20 sal di ser azadbûna Iraqê re derbas dibin Îraqî jî bi reşbînî li paşerojê dinêrin

iraqi-freedom-2003-9-4-info

Tevî derbasbûna 20 salan li ser azadkirina Iraqê ji destê rejîma berê ya Iraqê, hîn jî gendelî ji bedena welat dixwe û rewşa bêbaweriyê di navbera gel û hikûmetên li pey hev ên Bexdayê de zêde dibe.

Piştî 20 salan ji rûxandina rejîma Beis, Iraq hîn jî di bin barê kêmbûna xizmetguzariyan û gendeliyê de dinale, Îraqî jî bi reşbînî li paşerojê dinêrin, di demekê de ku metirsiya guherîna keşûhewayê, kêmbûna avê û hişkesaliyê li ber çavan e.

Tevî ku Iraq li ser deryayeke ji petrolê ye, sêyek ji rûniştvanên vî welatî ku hejmara wan 42 mîlyon kes in, di bin asta hejariyê de dijîn û rêjeya bêkariyê di nava ciwanan de zêde ye.

Akademîsyenên Îraqî dibêjin, piştî 20 salan, proseya siyasî bi gendeliya darayî û îdarî, kotaya mezhebî û parvekirina çavkaniyan di navbera hêzên bibandor de ye, di demekê de ku piraniya xelkê Iraqê ji ber giraniya xirabbûna rewşa siyasî dinalin, wek nebûne xizmetguzariyan, belavbûna çekên bêkontrol, û tawana organîze.

Iraqî dibêjin ku şert û mercên Iraqê bi giştî, têra xwe baş nebûne, çi li ser asta aborî, jêrxanî, xizmetguzarî, yekrêziya civakê yan jî serweriya dewletê.

Di Cotmeha 2019an de, li Bexda ya Paytext û parêzgehên din ên li naverast û başûrê Iraqê xwepêşandanên girseyî yên gel derketin, ku bi navê “Şoreşa Cotmehê” tê zanîn, tê de xwepêşander her sal derdikevin derve da ku daxwazên xwe bînin ziman.

Xwepêşander banga têkoşîna li dijî gendeliyê, başkirina şert û mercên jiyanê û xizmetguzariyên giştî, peydakirina derfetên kar û bidawîkirina bindestiya ji hêzên siyasî yên derveyî re dikin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di konferansa diyalogê ya li Bexdayê de ya bi navê “Iraq bîst sal… û paşê çi?”, li hebûna nerazîbûnê li hember “xirapiya rêveberiyê û îsrafa pereyan” mikur hat û soz da ku li dijî gendeliyê şer bikin û çaksaziyê di saziyên dewletê de bikin.

Pustên heman beş