Li Deryaya Naverast 400 penaber li benda rizgarkirinê ne

Derya sipi-penaber-libya

Saziya Sivîl Alarm Phone ragihand, li Deryaya Naverast keştiyeke penaberan ku 400 kes tê de ne asê maye û penaber li benda rizgarkirinê ne.

Li gor zanyariyan, keştiyeke penaberan ku 400 kes ji bajarê Tobrukê ya Lîbyayê hilgirtibû, li Deryaya Naverast di navbera Lîbya û Maltayê de riya xwe şaş kiriye û av çûye nav keştiyê asê maye û penaber li peravên Yûnanîstan û Maltayê çavereya rizgarkirinê ne.

Ji aliyekî din ve saziyeke din a mirovî ya Almanî “Resqship” jî ragihand, li Deryaya Naverast di bûyereke din de keştiya penaberan bin av bû û herî kêm 23 penaber canê xwe ji dest dane.

Deryaya Spî rêya herî metirsîdar a koçberiyê li cîhanê ye. Rêxistina Koçê ya Navdewletî û ajansa Netewên Yekgirtî texmîn dikin ku di sala 2022an de 1417 koçber li wir winda bûne.

Pustên heman beş