Li Dêrazorê ji ber teqîna mînekê 12 kes bûn qurbanî

Li Dêrazorê ji ber teqîna mînekê 12 kes bûn qurbanî

Ji ber teqîna bombeyek ji paşmayên DAIŞê, 12 kesên li dumbelanan digerin li beyabana Dêrazorê bûn qurbanî.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, duhî li beyabana Dêrazorê bombeyek bi otomobîla kesên ku dumbelanan digerin de teqiya û di encamê de 9 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kesên din jî birîndar bûn.

Bi vî awayî, hejmara qurbaniyên sivîl ku ji destpêka îsal ve di encama teqîna mîn û bombeyan de canê xwe ji dest dane, gihîştiye 139 kesan, di nav wan de 9 jin û 20 zarok hene. Her wiha 183 kes birîndar bûne, di nava wan de jî 4 jin û 41 zarokan hene.

Beşek ji xelkê parêzgehên Dêrazor, Reqa, Humis û Hemayê jî bi komkirina vê kuvarikê, dibare jiyana xwe dikin. Bihayê kîloya dumbelanan, li gorî kalîte, mezinahî û tama wan, di navbera 15 û 70 hezar lîreyî de ye.

Pustên heman beş