Dadgeha Destûrê dê sibe gotûbêj li ser doza girtina HDPê bike

Dadgeha Destûrê dê sibe gotûbêj li ser doza girtina HDPê bike

Biryar bû Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) sibe 11ê Nîsanê li ser doza girtinê parêznameya xwe pêşkêş bike lê HDPyê ragihandibû ku ew dê parêznameya xwe pêşkêş neke.

Dadgeha Destûrê dê sibe bicive û vê helwesta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) gotûbêj bike.

HDPê berî niha ji Dadgeha Destûrê xwestibû ku doza girtina wê piştî hilbijartinên 14ê Gulanê bi rê ve biçe lê Dadgeha Destûrê ev daxwaz red kiribû.

Ji bo girtina HDPê pêwîstî bi dengê ji 15 endamên Dadgeha Destûrê 10 endaman heye.

Pustên heman beş