Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dibêje, Partiya Talebanî helîkopter ji firansa wergirtine û ji bo terorîstan bikar anîne.
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ji kanala atv ya Tirkiyê re got, li gor agahiyên di destê me de li bajarê Silêmaniyê Partiya Talebanî helîkopter ji firansayê wergirtine û ji bo terorîstan bikar anîne.
Her weha got, “kontrola hewayî ya Amerîkayê heye, loma haya Amerîkayê ji van firînan heye. “
Çavuşoglu amaje bi wê yekê kir ku em her tim dibêjin Amerîka û hin welatên Rojavayî bi her awayî piştgiriya PKK û YPGê dikin û serokkomarê Tirkiyê di hevdîtina xwe ya bi Biden re bi dane êmaje bi vê yekê kiriye.
Wî got: kurteya ketina helîkopterê ewe ku ew helîkopter ya partiya talebanî yan rêveberiya xwecihî ya Silêmaniyê ye, neya PKK’ê û YPGê ye, lê ji aliyê partiya Talebanî ve ji wan re hatiye dayîn.
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê her wiha got, “ti agahiyek di derbarê hebûna firokeyan di destê PKKê û YPGê de li ber destê me tune, me ji îstîxbaratê pirsî û gotin agahiyeke bi vî rengî nîne, di encam de ew asîmanê wan bikaraniye asîmanê balefirxaneya navdewletî ya Silêmaniyê ye, wê balefirxaneyê bikar tînin ya ku her kes bikar tîne.”
Çavuşoglu got jî, “me çendîn car li ser platformên cuda dubare kir ku PKKê bi temamî Silêmaniyê û bi taybetî partiya Mam Celal kontrol kiriye, PKKe ketiye nav xalên stratejîk û firokexaneyan, nekarîn biçin Hewlêrê loma bi çendîn rêyên cûda hewl da Hewlêrê lawaz bikin, lê dikarim bibêjim li Silêmaniyê PKKê her der kontrol kiriye. ji ber vê yekê me asîmanê xwe daxist û her firokeyek ji wir rabe nikare bikeve qada me ya Hewayî de. “
Derbara berisva YNkê li dor kontrolkirina wê ji aliyê PKK’ê ve, Çavuşoglu got, “dema em bi hinek kesên YNKê re diaxvin, dibêjin PKKê bi temamî YNKe kontrol kiriye, ev pirsgirêkeke cidî ye, divê bizanibin ku ev terorîst li Sûriye, Qendîl, Şengal û Silêmaniyê yan li her ciyek din bin wê werin armanckirin, ev yek wan xilas nake.
Dawiyê got, “operasyonên me dê berdewam bin. Em bang li Iraqê dikin ku werin û bi hev re operasyonan pêk bînîn.”
Derbarê rêkeftina Şingalê de jî wezîrê derve yê Tirkiyê got, Îraq nikare rêkeftina Şingalê cîbicî bike ji ber ku Heşda Şebî rê li ber wê yekê digire. Niha jî nêrîna pêkanîna peymanê û paqijkirina Herêmê heye.