Hevpeymanîya Navdewletî balefireke milîsên Îranê xiste xwarê

Hevpeymanîya Navdewletî

Hevpeymanîya Navdewletî balefireke keşfê ku dibe ya milîsên Îranê be li gundewarê Dêrazûrê xiste xwarê, ev yek paş ketina mûşekekê bi kêlgeha gaza Konîko ya li jêr destê Hevpeymanyê tê.

Rwangeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku Hevpeymanîya Navdewletî duh roja duşemî 10/4/2023 balefireke keşfê li gundewarê Dêrazûrê xiste xwarê ku dibe ya milîsên Îranê be.

Destnîşan kir, balefira Îranî li gundê Tabye yê rojhilata gundewarê Dêrazûrê ketiye.

Rwangeha Sûrî her wiha eşkere kir, xistina balafira keşfê ya Îranê paş ketina mûşekekê li kêlgeha gaza Konîko ya li jêr destê Hevpeymanyê tê.

Hevpeymanîya Navdewletî ji 5î Nîsanê ve li gundewarê bakurê Dêrazûrê dest bi manorên leşkerî kirine weke amadehîyekê ji boy her rewşeke ne ewle, piştî ku hinek ji binkeyên wan rastî êrîşên mûşekî yên milîsên Îranê hatîn.

Pustên heman beş