Çeteyên PKKê keçeka Kurd a 15 salî revandin

Çeteyên PKKê -info

Çeteyên PKKê yên bi navê Ciwanên Şoreşger li ser revandina zarokan berdewame, herî dawî keçeka 15 salî ji deriyê înistityoya mûzîkê revandin û birin cîhekê nediyar.

Rêxistina Ciwanên Şoreşger ku baskê PKKê yê revandina zarokên Kurdan e li Rojavayê Kurdistanê, keçeka 15 salî ya bi navê Esîl Mihemed revand û birine cîhekê nediyar, dayîka Esîlê jî bang li aliyên eleqdar dike ku keça wê ji boy wê vegerînin.

Ciwanên Şoreşger Esîl li dawîya adara îsal 2023 ê bi navê dewra mûzîkê xapandin û piştre ew revandine û 17 roje çarenûsa wê nediyare.

Dayîka wê tevî ku serlêdan bo binkeyên Ciwanên Şoreşger yên li Reqqayê kiriye lêbelê ew amade nebûn tu agahîyan derbarê wê bidin.

Ciwanên Şoreşger keça min a nexweş birin

Esîl a 15 salî ya ku bi eslê xwe ji Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye li Reqayê ji aliyê Ciwanên Şoreger ve hatiye birin, Dayika keçikê jî daxwaza vegerandika keça xwe dike û dibêje “Pirsgirêkên derûnî yên mezin ên keça min hene. Ciwanên Şoreşger keça min a nexweş birin”.

Keça bi navê Esîl Mihemed Hacî ya 15 salî ku ji gundê Meryemîn yê Efrînê ye, li bajarê Reqayê ligel malbata xwe dijî, ev 17 roj in wenda ye, dayîka wê dibêje Ciwanên Şoreşger keça wê birine.

Pustên heman beş