Supaya Pasdaran daxwaza valakirina 33 gundên Rojhilatê Kurdistanê kir

pasdaran-rojhilata-kurdistan

Supaya Pasdarên Îranê daxwaz ji Wezareta Navxwe ya Îranê dike ku 33 gundên sînorî yên parêzgehên Urmiye û Sinê vala bike da ku rê li ber çalakî û bizavên partîyên Rojhilata Kurdistanê bigirin.

Fermandarê Biryargeha Hemze ya Supaya Pasdaran û Serokê Lijneya Îstîxbarat û Operasyonan a Encumena Pêşvebirina Ewlekariyê li Rojhilat û Rojavayê Îranê Mihemed Teqî Osanlû di nameyekê de ji Wezîrê Navxwe yê Îranê Ehmed Wehîdî xwest ku 33 gundên li bajarên Merîwan, Bane, Serdeşt, Urmiye û Maku werin valakirin.

Fermandarê Biryargeha Hemze di nameya xwe de dibêje ku ew gundên hanê li deverên sînorî yên qedexekiri cih digrin û hêzên Kurd ên dijberî Komara Îslamî ya Îranê di salên dawî de sûd ji hebûna evan gundan ji bo çûn û hatinê û herwisa şandina çekan di nava Îranê de wergirtine. Herwiha niştecihên gundên ser sînor jî bi veguhastina tiştên neqanûnî li ser sînor tên tawanbarkirin.

Di nameyê de ku di 20-11-2022an de hatiye nivîsandin û mohra nihênî li ser heye û nû hatiye eşkere kirin, fermandarê Supaya Pasdaran dibêje ku bi salan e biryara valakirina gundan hatiye dayîn, lê ji ber ku hin saziyên siyasî û ewlekariyê bi wan re hevkarî nekirine û hejmarek ji parlamenteran li hemberî valakirina wan helwest nîşan dane, biryar bi cih nehatiye anîn û bi demê re wê nifûsa gundan zêde bibe.

Endamê encumena yek ji gundên Serdeştê ku biryara valakirina wê hatiye dayîn ji Rûdawê re got ku hikûmeta Îranê bi salan e ji bo valakirina gel bi zanebûn xizmet nedaye gundan, lê belê ji ber kar û debara gel a ji gundan li ser çandinî, xwedîkirina heywanan û karê sînor, niştecihên wê li gundan dimînin.

Endamê encumenê ragihand eger ev gund bên valakirin, jiyana li ser sînor bi kîlometreyan kûrtir dibe û herêm bi temamî wê bibe herêmeke serbazî. Herwiha got jî dezgehên hikûmetê û leşkerî beriya niha bi wan re li ser vê yekê axivîne.

Fermandarê biryargeha Hemze ya Supaya Pasdaran daxwaz ji hikûmetê kir ku biryarê bi temamî cîbicî bike û bûdceya pêwîst ji bo dabînkirina ewlehiyê li navçeyên sînorî terxan bike. Her wiha pêşniyar dike ku gel ji bo valakirina gundan, li gundên din erd ji wan re were dayîn da ku xaniyan ava bikin û hikûmet alîkariya wan bike û her wiha deynên çandiniyê û bankê bidin welatiyên van gundan da ku derfetên kar ji wan re peyda bikin.

Li gorî nameya Fermandarê Biryargeha Hemze li Mako 1 gund, Urmiyê 8 gund, Serdeşt 11 gund, Bane 8 gund û Merîwanê 5 gund bên valakirin. Ji 33 gundan 21 jê niştecih in û 765 jî malbat lê dijîn. Her wiha bi salan e 10 gund hatine valakirin û du gundên Bana û Merîwanê tenê di demsalên bihar û havînê de avedan in.

Pustên heman beş