Keçelo kume min li serê te

Keçelo kume min li serê te

Belasebeb negotine kurmê darê ji darê ye. Kurmên dara me 40 sal in darê dikevêjin, kurmî dikin û dixwazin darê ji kokê ve birizînin.

PKK a ku ji roja roj de li ser esasê kujtina Kurdan derketiye holê û di mahzenên Enqerê de hatiye damezirandin,40 sal in ji kujtina Kurdan û wêrankirina erdnîgarîya Kurdistanê têr nabe. KCK a ku wek PKK jî tê naskirin û li Îmralîyê bi destûra Ocalan û MÎT a Tirkiyê hatiye sazkirin, roj namîne ku êrîşî PDK neke û tohmetên bê bingeh nexe stuyê wê. PKK û KCK a ku Bakurê Kurdistan wêran kiriye û dergevanîya sînorên dagîrkeran dike, heta îro li Bakur koxikek mirîşkan jî azad nekiriye û ji xisarê pê ve nedaye Kurdan. Çi bi şerê xwe û çi jî bi siyaseta xwe her û her xizmeta plan û projeyên dagîrkerên Kurdistanê kiriye û sedema derketina wê jî ev bi xwe ye.

PKK-KCK ji bo ku têkçûna xwe ya li Bakur bincil bike û dijminatîya ku li hember Kurdên Bakur kiriye veşêre, bi şev û roj êrîşî PDK û Barzanîyan dike û wan wek şirîk û hevkarên dewleta Tirk nîşan dide. PKK û KCK a ku bi destê MÎT a Tirk hatine sazkirin, şûjina di çavên xwe de nabîne lê êrîşî derzîya çavên PDK û Barzanîyan dike. PKK a ku li Başûr û Rojava rê û mahneyan ji artêşa Tirk re çêdike û wan dikşîne nav xaka azad, wek her carê, vê carê jî tohmetan dixe stuyê PDK û PDK wek şirîk û hevkarê êrîşa ser Balafirxaneya Silêmanîyê nîşan dide. Weke ku wan û hevkarên xwe terorîstên Heşda Şabiî ne anîbin Şengal û Kerkûkê û ewder nefirotibin dagîrkeran, radibin bi tohmetên dijminane PDK gunehbar dikin.

KCK di çapemenîya xwe ya PKK de di derbarê êrîşa ser Balafirgeha Silêmanîyê de PDK kir şirîk û hevparê dewleta Tirk û dibêje „PDK Başûrê Kurdistanê ji bo armancên terorê bi kar tîne“. PKK a ku bi xwe li Başûr û Rojavayê Kurdistanê sersebebê êrîşên dewleta Tirk e, serê xwe di nava xwelîyê de vedişêre û kuna xwe berdide çolê. Ji ber ku di destê PKK û hevkarên wê de tiştek nemaye ku karibin xwe pê rûsipî bikin û gemara xwe pê bişon, îcar PDK ji xwe re dikin mahne û dixwazin kirasê xwe yê bêhnpêketî li PDK bikin.

Nemir Mistefa Barzanî digot „Kesê ruhê netewî pê re tunebe wê rojekê xiyanetê li milletê xwe bike„. Lê yê van ne rojekê, ji roja derketine û heta îro xiyanetê li milletê Kurd dikin.

ROJEVAKURD

Pustên heman beş