Heya niha Tirkiye li ser armanc kirina Mazlûm Ebdî li Silêmanîyê bêdenge

Her dema Tirkiyê li cîyekî rêveberekî PKK’ê armanc kiribe daxuyaniyek fermî parve kiriye û ev yek eşkere kiriye, lê belê vê carê di mijara firokexaneya Silêmaniyê de bêy deng ma.

Rêveberê ragihandinê yê firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê Dana Mihemed roja 3\4\2023, ragihand ji wan re hatiye ragihandin ku hemû geştên asmanî yên di nêvbera firokexaneya Silêmaniyê û Tirkiyê de, ji aliyê Tirkiyê ve bêy ku çi ravekirnekê bidin, hatine betalkirin. Lê pişt re malpera Middle East Eye roja 4\4\2023 li ser zarê çend jêderan belav kir ku di navbera Îraq û Sûriyê de “Pireke Asmanî” heye ku tê îdîakirin çekdarên PKK’ê li ser daxwaza Bafil Talebanî, hevserokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê YNK’ê tên veguhestin û eşkere kir ev rê piştî ketina du helîkopterên meha borî li navçeya Çemankê ya parêzgeha Duhokê hat eşkere kirin bi vê sedemê jî Tirkiyê qada hewayî ya xwe li himber geştên ji Silêmaniyê û bo Silêmaniyê qepat kiriye.

Piştî ragirtina geştên asîmanî yên di nêvbera firokexaneya Silêmaniyê û tirkiyê de, roja înê 7î Nîsana 2023an teqînek li nêzîkî firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê rû da û di encamê de agir bi derdora firokexaneyê ket. Medyaya Îraqê her zû ragihandin ku êrîş bi riya dironê hatiye kirin. Êrîş li dijî fermandarê giştîyê hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD’ê) Mazlûm Ebdî hatiye kirin û ew ji hewleke kuştinê rizgar bûye. Lê tirkiyê ti daxuyaniyek fermî di vê derbarê de neda û bêy deng ma.

Kê firokexaneya Silêmaniyê armanc kir?

Her dema Tirkiyê li cîyekî rêveberekî PKK’ê armanc kiribe daxuyaniyek fermî parve kiriye û ev yek eşkere kiriye, lê belê vê carê di mijara firokexaneya Silêmaniyê de bêy deng ma.

Dibe ku mebesta Tirkiyê kuştina Mezlûm Ebdî nebe û bi tenê xwestibe axaftina xwe îspat bike û ji raya giştî re eşkere bike ku li balefirxaneya Silêmaniyê karên ne qanûnê tên kirin, ji ber vê yekê jî dema Mezlûm Ebdî li firokexaneya Silêmaniyê dronên Tirkiyê ne wesayîta Mazlûm Ebdî têde û ne jî firokeya wî dixwest lê suwar bibe hedef negirit, Tirkiye baş fêm dike êrîşeke bi vî awa di nava firokexaneyek sivîl de wê encamên pir xerab li ser asta navnetewî ji wê re li pey xwe bîne, loma bi tenê bi teqînek bçûk ku heya niha nayê zanîn bi rêya dronan pêk aniye yan jî bi awayekî din û li ser erdê ev çalakiye encam daye axaftina xwe îspat kir û piştre xwe bêy deng kir.

Armanc girtina Mezlûm Ebdî ji Tirkiyê re li Rojava pir hêsantir e ji armanc girtina wî li Silêmaniyê, Tirkiye dikare li rojava Mazlûm Ebdî hedef bigre û wî bikuje, lê heya niha ev yek encam nedaye. Êmaje bo vê yekê diçin ku Tirkiyê bi tenê xwestiye YNK’ê ji karên wê haydar bike û ji wan re ragihîne em haydarin li Silêmaniyê çi tê kirin.

Ji aliyê xwe ve wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlud Çavuşoglu bi Kanalê atv yê Tirkiyê re hevpeyvînek encam da, bas li ketina firokeyên li Çemankê ya ser bi bajarê Duhokê ve û her weha girtina qada xwe ya hewayî li himber silêmaniyê kir û ragihand partiya talebanî firoke ji firansayê wergirtine û xistine di xizmeta PKK’ê de û ev yek jî nayê qebûlkirin, lê belê Çavuşoglu bi ti awayî basî bûyera hedefgirtina Mazlûm Ebdî di nava balafirxaneya Silêmaniyê de nekir.

Heya niha ne xuyaye bi dirustahî kîjan alî balafirxaneya Silêmaniyê armanc kir, lê belê bi eşkere xuyaye ku mebest ji vê çalakiyê ne kuştina Mazlûm Ebdî bûye, belku bi tenê eşkerekirina wê yekê bûye ku Mazlûm Ebdî li Silêmaniyê ye.

Pustên heman beş