Ji bo 16 bajarên Tirkiye û Bakur hişyariya baraneke bihêz tê dayîn

Ji bo 16 bajarên Tirkiye û Bakur hişyariya baraneke bihêz tê dayîn

Rêveberiya Keşûhewayê ya Tirkiyeyê ji bo 16 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya baraneke bihêz dide. Li gor hişyariyê dê li hin navçeyan jî berf bibare.

Rêveberiya Keşûhewayê ya Tirkiyeyê di hişyarnameyekê xwe ya nû de da zanîn, dê îro li bo 16 bajarên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê baraneke bihêz bibare û egera rabûna lehiyê jî heye.

Di hişyarnameyê de her wiha hate diyarkirin, li çendîn navçeyan jî egera barîna berfê heye.

Ji aliyekî din ve li piraniya bajarên bakurê Kurdistanê jî ji duh ve baran dibare û li hin cihan hejmarek mal û kargeh di bin avê da man.

Li Rihayê jî ji ber barana zêde, li navçeyên Halfetî, Bozova, Ceylanpinar û Pirsûsê hin mal û cihên kar di bin avê de man.

Her wiha li bejahiya navçeyê hin zeviyên çandiniyê jî ji ber ku di bin avê de man, zirar dîtin.

Pustên heman beş