Erdogan derbarê azadkirina Ocalan û Demîrtaş daxuyanî da

Erdogan derbarê azadkirina Ocalan û Demîrtaş daxuyanî da

Serokkomarê Tirkiyê, di weşana havpara zîndî ya du telefizyonên Tirkî de berisva pirsên rojnamevanan yên derbarê rojevê da got: “di ferhenga wan de tune ku rojekê Ocalan yan Demîrtaş bên azad kirin”.

Recep Tayyip Erdogan, li ser pirsa “Mumkine ji bo Ocalan azadî hebe”?, got: “eger hûn vê wekî AK partî ji me dipirsin, tiştekî weha nabe, lê heger hûn ji opozisyona serekî bipirsin, opozisyonê ev yek eşkere kiriye û gotiye ku dibe ku hebe”.

Erdogan herweha got ku opozisyonê eşkere kiriye ku dê hevserokê berê yê HDP’ê Selaheddîn Demîrtaş jî azad bikin.

Erdogan Partiya Demokratîka gelan HDP’e weke şaxa PKK’ê li parlemanê Tirkiyê pênase kir û got: “em ji berê ve dibêjin ku HDP’e şaxa rêxistina terorê ya li parlemanê ye û HDP’e, PKK’e ye”.

Di mijara hilbijartinan de Erdogan maseya 6 alî ya hevpeymaniya Mîllet rexne kir û got: “yek bi yek derdikevin holê sozan didin HDP’ê anku PKK’ê, ev soz li pişt deryên girtî hatine dayîn û deng ji wê maseyê derneketî ye”.

Pustên heman beş