4 leşkerên Tirkiyê li nêzîkî Ezazê birîndar bûn

4 leşkerên Tirkiyê li nêzîkî Ezazê birîndar bûn

 2 baregehên leşkerî yên artêşa Tirkiyê li bajarê Ezazê rastî êrîşeke mûşekî hatin û di encamê de 4 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn.

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan belav kir, ji navçeyên di bin kontrola YPG û rêjîma Sûriyê de, bi mûşekan êrîş li ser 2 baregehên leşkerî yên artêşa Tirkiyê li nêzîkî bajarê Ezaz hate kirin.

Diyar kir jî, di encama êrîşê de 4 leşkerê Tirkiyê birîndar bûn ku hin ji wan bi giranî birîndar bûbûn û ji bo nexweşxaneyên Tirkiyê hatin veguhsetin.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Berevaniyê yê Tirkiye piştrast kir, di êrişeke  YPGê de li herêmên operasyon “Şaxa Zeytûnê û Mertala Firatê” 4 leşkerên wan birîndar bûn.

Her wiha Rewangehê diyar kir jî, Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê bi çekên giran derdora gundên Meranaz, Horş, Soxonekê, derdora firokxaneya leşkerî ya Minigê, El-Beylûniye, El-Elqemiyê, Şewarxa, El-Işradiyê, Tatmeraş, Bênê û Aqîbê yên Efrînê yên di bin kontrola YPG û rêjîma Sûriyê de topbaran kirin.

Pustên heman beş