Nêzîk 61 milyon kes wê li Tirkiyê dengê xwe bikar bîne

Nêzîk 61 milyon kes wê li Tirkiyê dengê xwe bikar bîne

Serokê Lijneya Bilind ya Hilbijartinê ya Tirkiyê Ahmet Yener hejmara welatiyên Tirkiyê ku wê di hilbijartinê de dengê xwe bidin ragihandin.

Li gorî daxuyaniyaniya Lijneya Bilind ya Hilbijartinê hejmara dengdêrên li Tirkiyê 60 milyon û 697 hezar 843 kes in. Di daxuyaniyê de hatiye destnîşakirin ku ji sedî 50.60 ku dike 30 milyon û 710 hezar û 790 jê jin, ji sedî 49.40 jî anku 29 milyon û 897 hezar 53 dengdêr jî mêr in.

Lijneya Bilind ya Hilbijartinê diyar dike; di vê hilbijartinê de 4 milyon û 904 hezar 672 dengêr jî wê yekem car dengê xwe bikar bînin. Her wiha eger hilbijartina serokamariyê bimîne gera duyemîn jî, dê di 28ê Gulanê de 47 hezar û 523 dengêrên nû dengê xwe bikar bînin.

Li gorî hejmarên hatine ragihandin, di hilbijartina 14 Gulana 2023an de dengdêrên ortopedîk û çavê wan nabînin 989 hezar û 543 kes, hejmara kesên ku temenê wan di ser 75an de ye jî 3 milyon û 180 hezar 802 kes in.

Li aliyê din, li 973 navçeyan di 1094 lijneyên hilbjartinê de bi giştî wê 191 hezar û 884 lijne bêne damezrandin. Li 421 navçeyan wê sindoqên seyyar bêne danîn û hejmara dengêrên ku wê di sindoqên seyyar de deng bikar bînin jî 6 hezar û 215 kes in.     

Pustên heman beş