Beriya çend rojan di medyaya Tirkî de nûçeyeke balkêş hat belavkirin. Li gorî nûçeyê, serokê MHPê Devlet Bahçelî du malbatên ku li Tirkiyeyê wekî malbatên mezin ên mafyayê tên naskirin li hev anîn.
Nûçe bi vî awayî bû: Serokê MHPê Devlet Bahçelî, Burhanettin Saral û Sedat Şahin ji malbatên Sarallar û Şahinler li navenda giştî ya MHPê anîn cem hev.
Wêneyên her du aliyan ku destê hev girtibûn hatin parvekirin û MHPê ev hevdîtin bi gotinên “hembêzkirin û hevdîtineke dîrokî” ragihand.
Piştî civînê, ku ji ber dijminatiya demdirêj a di navbera malbatên Sarallar û Şahinler de ketibû rojevê, Sedat Peker jî daxuyaniyek da.
Peker di medyaya civakî de li ser platforma Xê daxuyaniyek belav kir û spasiya Bahçelî kir.
Peker di peyama xwe de got: “Kesên ku navbeynkariya aştiyê dikin û yên ku biryaran ji bo aştiyê didin, evdên herî hezkirî yên Xwedayê Teala ne. Ev biryareke pir hêja ye; bila Xwedayê Teala ji her kesê ku beşdar bûye, bi taybetî ji Serokê MHPê Birêz Devlet Bahçelî razî be.
Di raya giştî ya Tirkiyeyê de ev kesayet hemû wekî serokên mafyayê tên naskirin. Rola Bahçelî di vê derbarê de balkêş e û ev helwesta wî banga li Ocalan tîne bîra mirov. Gelo girêdaneke van bûyeran bi hev re heye? Ev jî wekî pirsekê derket holê…