Qatilê Huseyîn Tûrelî sîyaseta îstîsmarê ya PKK’ê ye

Qatilê Huseyîn Tûrelî sîyaseta îstîsmarê ya PKK’ê ye

Huseyîn Tûrelî şeva 17 ê Nîsanê li Dihokê di kafeya xwe de hat qetilkirin. Lê bûyer hêj nehatiye zelalkirin. Ji ber ku ev bûyer dişibhe wan bûyerên ku berîya niha çend welatîyên bakûr li Silêmaniyê hatibûn qetilkirin. Ev bûyer jêderka xwe ji vî tevnê tevlîhev yê Pêwendîyên di nav bera PKK ê û Mît ê destnîşan dike. Li aliyekî bûyerê PKK û li aliyê din jî MÎT heye.

Herêma Kurdistanê bi dehan salan bûye penageha hemwelatîyên parçeyên din yên Kurdistanê. Lê bi taybetî jî piştî ku di sala 2004 an de Başûrê Kurdistanê Îdereya federal bi dest xist, bû sîwaneke girîng ku hemû kurd tê de bi aramî bijîn. Herêma Kurdistanê bû cihê veqetîyayên PKK’ê û her wiha yên ji zilma dagirkeran reviyan di nava ewlehiyê de dijîn. Bi taybetî kesên ku ji ber sedemên siyasî hatine, şert û mercên baş li Kurdistanê hene. Heta niha tu kes di rewşeke nebaş de nejîya ye. Kurdistanî rû bi rûyî tu kêşekî metirsîdar nehatin e.

Lê belê di van salên dawî de du grûpên vê aramiya niştecihên siyasî tê de dijîn xeter dikin hene. Ya yekem PKK ye, ya din jî Tirkiye ye. Kurd bûne qurbanî pêwendiyên di navbera PKK û Mît ê.

Mekanên îstixbarata PKK ê li Kurdistanê

PKK ev demeke dirêje hem ji bo bazirganiyê hem jî ji bo îstîxbaratê li Herêma Kurdistanê mirovan bi cih dike. PKK ji bo sîxûrên xwe di firojgehan de dikana vedike. Heta, bi wergirtina Dîstpirûtorîya hin markayên Tirkî, li hin cihên girîng têne vekirin. PKK van mekana bi giranî ji bo îstîxbaratê û bazirganîyê bi kar tîne. Hin xwaringeh, qehwexane, dikananên bînesazî û hwd yên xelkê Bakurê Kurdistanê bi heman armancê bikar tîne.  Ev cihên ku ji bo îstîxbaratê hatin vekirin, dibin cihên kesên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tên. Li van deran PKK kamera û hind amûrên agahî girtinê jî cih dike.

Bi rastî jî PKK bi taybetî xelkê Bakurê Kurdistanê teşwîq dike ku bi kesên girêdayî Mît ê re têkilî deynin. Şêwaza bikaranîna van kesan ji alîyê PKK ê ve piştî demekê tê deşîfrekirin û ev kes hem ji aliyê Mît ê û hem jî ji aliyê PKK ê ve tên cavdêrîkirin û dixwazin ji xwe re bixebitî ne. Ji ber vê yekê ev kesên ku li Bakurê Kurdistanê derfetên wan yên jiyanê nemayî, li Herêma Kurdistanê jî dibin hedefa PKK ê û Mît ê.

Gelo Welatparêz in an jî sîxurên îstîxbaratê?

Herwiha PKK jî hewl dide van deran bi şêweya xwe li dijî Herêma Kurdistanê bikar bîne. Mexzenên hin kargehan wekî depoyên cebilxaneyê tên bikaranîn, li ser navê hin şîrketa pêwîstîyên PKK ê têne hinartin.

Ev kesên ku ji aliyê îstixbarata PKK ê ve tên bikaranîn, li cihên weke Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê pereyan ji xelkê distînin û gefan li wan dixwin. Hin kesên ku ji bo firotina tiryakê tên bikaranîn jî hene. Piştre dema ev kes li gorî qanûnên Herêma Kurdistanê tên darizandin, PKK dibêje; “ gef li welatparêzan tê kirin”.

Huseyîn Tûrel kî ye?

Huseyin Tûrel kesek e ku li Bakurê Kurdistanê ji ber sedemên sîyasî çû û li Duhokê bi cih bû. Di sala 2008 an de ji ber êrîşa li Göngörenê ku 17 kes hatibûn kuştin, hat darizandin. Paşê hat Duhokê û li vir kafe-resturant vekir. Bi salan e li vir bê pirsgirêk dixebite.

Weke her welatekî, li Kurdistanê jî her çand mekanên nêzîkî tama devê xwe tercîh dike. Ereb xwarinên Ereban, yên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tên jî li kafe- Resturantên xwe dicivin. Cihê Tûrel yek ji wan cihan e ku hem Kurdistaniyên Bakur û hem jî kesên din ên ji Tirkiyeyê hatîn di çûnê.  Ji ber ku hejmara cihên Bakurîyan li Duhokê ne pir in. Tûrel jî xwest ji vê kombûna xelkê Tirk û bakurî sûd werbigire. piştî ku bi salan e bêkêmasî dixebite, hinek tektîkên ku wî tûşî kêşeyan bike li wî hate kirin û bo wî rojên dijwar dest pê kirin.

Li gorî agahiyên derdorên nêzî Tûrelî dane me, PKK ê ji wî xwestiye çekan û hinek amûrên din daxilî Firoşgehê bike Tûrel ev teklîfa PKK ê red kirîye. Piştî demekê ew ji aliyê PKK ê ve hatiye tehdîtkirin. PKK ê ew wek ajan îlan kir û got “Dewleta Tirk bi zanebûn tu berdayî”. Bi heman şêwazî Mît ê jî bo wî teklîfa sîxuriyê kirîye lê wî ew jî red kirî ye. Yanî ji her du aliyan jî aciz dibe. Ji ber vê sedemê kuştina Huseyîn Tûrelî tam dişibhe kuştina Zekî Çelebî ya li Silêmaniyê. Çelebî jî kesek bû ku PKK ê û Mît ê bi hev re ew tehdît dikirin. Ne diyar e bû, ka kê ew teror kiriye.

Her wiha bûyera Huseyîn Tûrelî jî weke dixûyê dibe her du alîyan jî kirî be. 

Herêma Kurdistanê û bi taybetî Duhok wek bajarê herî pêbawer-ewle di nava çar parçeyên Kurdistanê de tê naskirin û ketiye lîsteyên fermî. Di nava Ewrûpayê de jî welatên wek Îran, Tirkiye û Rûsya xebatên îstixbaratî dimeşînin û hewlên kuştinê didin. Ger PKK ê hinek pêkhateyên alozkar bikar ne anîba da Herêma Kurdistanê hê ewletir bûya.

Daxuyaniya bêwate ya HDP ê

PKK tevgereke pirr pispor e ku ji mirinan sûd werbigire û cinayetên xwe biveşêre. PKK ê her çend piştî kuştina Huseyîn Tûrelî tenê rojekê xwe kerr kiribe jî, lê dema dît ku ew dikare sûd ji vê bûyera tarî wergire bi çar lapkî xwe avête ser vê bûyerê. Hemû saziyên PKK ê di nava 2 seatan de daxuyanî belavkir û dest bi dezenformasyonê kir

Navenda Giştî ya HDP ê derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got, “Ev şerm e ku Herêma Kurdistanê bûye cihê cînayetên siyasî.” Lê bi rastî tişta şerm jê were îstîsmar kirina van penaberan ji alîyê PKK ê ve. 

Di navbera PKK û Mît de têkeliyeke paralel heye. Li ku derê PKK hebe, li kêleka wê Mît heye. Li Herêma Kurdistanê welatparêzên normal nayên hedefgirtin. Du hêz hene ku hem çiya û hem jî bajarên Herêma Kurdistanê bi hevkarî bi kar tînin û asayîş û aramiya herêmê tehdîd dikin: ew jî PKK û Mîta Tirk e.

Mînak, ofîsa HDP ê ya Hewlêrê jî wek baregeheke PKK ê kar dike, di navbera PKK û HDP ê de karên nepenî di meşîn.

Yanî, ji bazirganiyê bigire heta aboriyê heta siyasetê, karên veşartî dikin, bi hev re karên îstixbaratê dimeşînin. Hewldidin yasayên Kurdistanê binpê bilin û heta pêkanîna kampanyayeke neyarî li dijî Herêma Kurdistanê dimeşînin Piştre jî dibêjin “çima Herêma Kurdistanê me naparêze”. Ger hûn we difikirin ku herêma Kurdistanê ne ewele ye bi fermo bû Rojava yê Kurdistanê. Li Rojava cih bibin.

Bi kurtasî siyaseta îstîsmar û têkiliyên tarî yên PKK ê jiyana Kurdistaniyan dixe xeterê. Di nava PKK ê de dest ê kî/kê di berîka kê da ye ne dîyar e.

Pustên heman beş