PKK’e û derew û bêexlaqî, sê tiştên ku ti car ji hev nayên qutkirin

PKK’e û derew û bêexlaqî, sê tiştên ku ti car ji hev nayên qutkirin

Heya niha bûyera kuştina Huseyîn Turelî ku di kafeya xwe de li roja 17/4/2023an li Duhokê hatiye qetilkirin bi temamî nehatiye zelalkirin û bi dirustî xweya nebûye kê ew qetilkiriye, lê belê dîsa weke karê xwe yê hercar PKK’eya dardestê dewleta tirk bi tev sazî û rêxistinên xwe ve hewl dide ji vê bûyerê sûd werbigire û dîsa bazarekî siyasî bi xwîna vî wilatiyê Bakurê Kurdistanê bike û di ava şûlî de Masîyan bigre, Huseyîn Turelî bera 10 salan ji ber zolm û sitema dewleta tirk û PKK’ê ji Bakurê Kurdistanê revîya û çû Başûrê Kurdistanê, li Duhokê Kafe-restorantek vekir û bi vê yekê debara jiyana xwe dikir, lê li Duhokê jî dewleta tirk û hevkara wê PKK’ê dîsa xwest wî ji xwe re bidin şuxilandin û sîxuriyê bi wî bikin, lê ew razî nebû.

Tevî ku PKK’ê piştî kuştina Huseyîn Turelî tenê rojekê xwe kerr kir, lê dema dît ku ew dikare mifa ji vê bûyera tarî werbigire bi çar lepkî xwe avête ser vê bûyerê. Hemû saziyên PKK’ê di nava 2 demjimêran de daxuyanî belavkir û dest bi dezenformasyona kir, daxuyaniyên wan heya niha berdewam dikin û dixwazin bi vê yekê bazarekî siyasî bi xwîna Huseyîn Turelî jî bikin, PKK’e ew rêxistine ku li ser xwînê jiyan dike, loma her dema xwîna kurdekî tê rêştin PKK’e bazarekî siyasî pê dike û di berjewenda xwe de bikar tîne.

Daxuyaniyên bêexlaqane yên PKK’ê li ser navê komîteya Têkiliyên Derveya KCK’ê û Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê

Herî dawî PKK’ê li ser navê Komîteya Têkiliyên Derveya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di vê derbarê de daxuyaniyek wek xwe sivik, bê buha û çepel weşand, KCK’ê di daxuyaniyên xwe yên bê wate de weke karê xwe yê hertim û bi nefeseke dujminkarane PDK’e sûçbar kir û ragihand destê PDK’ê di her suîqestekî de heye ku li Başûrê Kurdistanê bê kirin. Lê belê, ya rast eve ku her kes dizane di navbera PKK’ê û Mîtê de têkeliyeke paralel heye. Li ku derê PKK’e hebe, li kêleka wê Mît heye. Li ku derê kuştina kurdan û dagirkirina axa kurdan hebe dîsa PKK’e û mîta tirk mil bi milê hev li wir tên dîtin.

Hêj ku xwîna Huseyîn ziwa nebûye, PKK’ê qetilkirina Huseyîn Turelî bi derfet dît û carek din bi awayek hovane êrîşî ser PDK’ê kir, çapemeniya PKK’ê ku di bin kontrola dewletên dagirker û kesên dije kurd deye, ji bo ku PDK’ê bike berpirsê vê êrîşê, gelek hewl dide.

Ew bûyerên PKK’ê di van du daxuyaniyên li ser navê Komîteya Têkiliyên Derveya Koma Civakên Kurdistanê (KCK’ê) û Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de behis kirî bi ti awayî pêwendî bi PDK’ê ve nebûn. Di tev bûyerên ku PKK’e bas dike de, berpirs û kujer dewleta tirk û PKK’e bi xwene, PKK’e li her derê hevkariyê bi polîtîkayên dewleta tirkên qirkirina kurdan re dike, PKK’ê dewleta tirk li tev bakurê Kurdistanê bala dest kir, cîhên ku ti caran dewleta tirk bi dirêjahiya dîrokê nekarîbû dagîr bike bi saya serê PKK’ê tev dagîr kirin, weke çewa Bakurê Kurdistanê pêşkêşî dewleta Tirkiyê kirî PKK’e dixwaze başûr jî wusa pêşkêşî dewleta tirk bike û bi vî awa desthilata dewleta tirk vegerîna bo sînorên Mîsaqa Millî ku rêberê PKK’ê di Hotela Îmraliyê de soza bicîanîna wê Mîsaqê û xizmetkirina bi dewleta tirk dayî Mîtê.

Bêşermî û fedî nekirin û bêexlaqiya PKK’ê tev sînor derbas kirine

Bêşermî û fedî nekirina PKK’ê gihaye astekî ku hetta alîkariyên Weqfa Xêrxwazî ya Barzanî ji boy mexdûrên erdheja Cinders û Efrînê li Rojava Kurdistanê jî weke xiyanet dibîne. Kê ji bîr kiribe me ji bîr nekiriye ku PKK’ê çewa ev du bajarên Rojava Kurdistanê diyarî dewleta Tirkiyê kir, ji xwe dema Efrîn û Cinders di destê PKK’ê de PDK’e li wir nebû, PDK’e desthilatdar nebû, her tişt di destê PKK’ê bi xwe de bû, çima pêşkêşî dewleta Tirkiyê kir? Her kes bersivê dizane, ji ber ku PKK’e kirêgiritîyê dewletê ye û her dera dewletê xwast dagîr bike PKK’ê rê ji boy vedike.

Hevserokatiya KCK’ê dibêje, “PDK’e bi navê saziya xêrê li Efrînê deverên fermî vedike. Gelo ev çawa dibe? Gelo ev ne hevkariya bi dagirkeran û qirkerên kurdan reye? Bêguman raya giştî û gelê kurd dizane û dibîne ku PDK’e li ku derê disekine û çi dike.” belê bi rastî jî bêexlaqiya PKK’ê ti sînorekî nas nake, PKK’e bi alîkariyên Weqfa Xêrxwazî ya Barzanî ji mexdûrên erdehejê re avis bûye û hema hema wexte ku bitirike! Baştir eve ku li cîhê bersivdayîna van bêexlaqiyên PKK’ê her bi pirsên wek wan berisva PKK’ê bê dayîn, gelo ev çawa nabe ku alîkariya mexdûran bê kirin? Gelo bi rastî jî ev hevkariya bi dagirker û qirkerên kurdan re yan jî alîkarîkirina wan kurdane ku PKK’ê weke pepûkan bi cî hiştî û xistiye di bin sîbera lûliya çekê cendermeyên dewleta dagirker a tirk û postalên çeteyan? Belê, bêguman raya giştî û gelê kurd dizane û dibîne ku PDK’e li ku derê disekine û çi dike û PKK’e jî li ku derê disekine û çi dike.

PKK-KCK’e ji bo ku têkçûna xwe ya li bakur û dijminatiya ku li hember kurdên bakur kirye veşêre, bi şev û roj êrîşî PDK’ê û barzanîyan dike

PKK’a ku ji roja roj da li ser esasê kuştina kurdan derketiye holê û di mexzenên Enqerê de hatiye damezrandin, 40 salin ji kuştina kurdan û wêrankirina erdnîgarîya Kurdistanê têr nabe. KCK’eya ku wek PKK’e jî tê naskirin û li Îmraliyê bi destûra Ocalan û Mîta tirkiyê hatiye avakirin, roj namîne ku êrîşî PDK’ê neke û tohmetên bê bingeh nexe stuyê wê. PKK’e û KCK’eya ku Bakurê Kurdistanê wêran kiriye û dergevanîya sînorên dagirkeran dike, heta îro li bakur koxek mirîşkan jî azad nekiriye û ji xisarê pê ve nedaye kurdan. Çi b şerê xwe û çi jî bi siyaseta xwe her û her xizmeta plan û projeyên dagirkerên Kurdistanê kiriye û sedema derketina wê jî ev bi xwe ye.

PKK’e-KCK’e ji bo ku têkçûna xwe ya li bakur û djimnatîya ku li hember kurdên bakur kiriye veşêre, bi şev û roj êrîşî PDK’ê û Barzaniyan dike û wan wek şirîk û hevkarên dewleta tirk nîşan dide.

Daxuyaniya KCK’ê tenê ji dijminatiya xeta netewî ya Kurd Barzanî û PDK’ê pêk tê. Dibe ku em bizanîn ku KCK’e yan jî em bibêjîn PKK’e di vê daxuyaniyê da kerb û kîn li dijî PDK’ê nîşandaye. Bi tawanbarkirin û derewên bêexlaqane hewl da vê nefretê aşkera bike.

Pustên heman beş