Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) di 108emîn salvegera jenosîda Ermenîyan de peyamek belav kir û tê de ragihand, “Dewleta Osmanî û ‘İttihat Teraki’ û her kesê ku beşdarî vê jenosîdê bûye bi tundî rûreş dikin.”
Peyama Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê:
Em Jenosîda Ermenîyan Rûreş Dikin
Dewleta Osmanî di sala 1915ê de nêzikî 1.5 milyon Ermenî bi awayekî plankirî qetil kir.
Jenosîda Ermenîyan jenosîdeke mezin e di nav jenosîdên di cîhanê de.
Jenosîda Ermenîyan qirkirina miletekî ye û bi destê Dewleta Osmanî ve hatîye kirin.
Em di 108emîn salvegera jenosîda Ermenîyan de careke din Dewleta Osmanî û ‘İttihat Teraki’ û her kesekî/ê ku beşdarî vê jenosîdê bûye bi tundî rûreş dikin.
Em şirîkê êş û xema gelê Ermenîyan e.
24.04.2023
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê