Wezîrên berevaniyê yên “civîna çaralîli Moskoyê dicivin

Wezîrên berevaniyê yên “civîna çaralîli Moskoyê dicivin

Mosko û bi amadebûna aliyê Îranê, îro sêşemê mêvandariya gereke nû ya danûstandinan di navbera berpirsên Sûriyê û Tirkiyê de dike.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar duhî ragihandibû, wezîrên berevaniyê yên Sûriyê, Rûsya, Îran û Tirkiyê dê îro 25ê Nîsanê li Moskoyê bicivin û serokên dezgehên îstixbaratê yên her çar welatan jî beşdarî civînê bibin.

Her wiha Akar got: “Piştî civîna sibe, pêşhatên erênî tên payîn.”

Got jî, armanca wan ew e ku bi diyalogê kêşeyên hilawîstî çareser bikin û di zûtirîn dem de aştî û aramiyê li navçeyê pêk bînin.

Pêştir jî, Wezareta Berevaniya Sûriyê ragihandibû, civîna wezîrên berevaniyê yên her çar welatan, dê roja sêşemê li Moskoyê were lidarxistin, ji bo temamkirina danûstandinên berê.

Ev civîn di çarçoveya asayîkirina pêwendiyên di navbera Sûriye û Enqerê de ye ku Mosko kar ji bo nêzîkkirin û asayîkirina pêwendiyên di navbera Şam û Enqerê de dike.

Ev civîn piştî wê tê, roja 4 Nîsanê cîgirên wezîrên derve yên Sûriye, Tirkiye û Îranê li Moskoyê civiyabûn.

Pustên heman beş