Civîna çaralî ya li Moskowê bi dawî bû

turkey-syria-russia-iran-meeting

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li ser civîna çaralî ya navbera wezîrên derve û serokên îstixbaratê yên Sûriye, Îran, Tirkiye û Rûsyayê de ragihand, avêtina gavên berbiçav di warê asayîkirina pêwendiyên Tirkiye-Sûriyê de hatin gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ku derbarê civînê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir, Serokê Îstixbarata Tirkiyê Hakan Fidan, Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu, Wezîrê Berevaniyê yê Îranê Mihemed Riza Aştiyanî, Wezîrê Beravaniyê yê Sûriyê Elî Mehmûd Ebas û serokên îstixbarata Rûsya, Îran û Sûriyê di civînê de beşdar bûne.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand: “Bihêzkirina rewşa ewlehiya li Sûriyê, avêtina gavên berbiçav di warê asayîkirina pêwendiyên Tirkiye-Sûriyê de, têkoşîna li dijî her cure rêxistinên terorîst û komên tundrew li Sûriyê û xurtkirina xebatên ji bo vegerandina penaberên Sûriyê bo warên xwe hatin gotûbêjkirin.”

Herwiha li gor daxuyaniyê, “aliyan tekez kirine ku ew rêzê li yekparçeyiya axa Sûriyê digirin. Di encama hevdîtina ku atmosfereke avaker de derbas bûye, li ser girîngiya berdewamiya civînan di çarçoveya çaralî de ji bo dabînkirin û domandina aramiyê li Sûriyê û herêmê bi giştî hate tekezkirin”.

Pustên heman beş