Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê dibe endama WAIPA

Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê dibe endama WAIPA

Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe endama Komeleya Pêşvebirina Veberhênanê ya Cîhanî (WAIPA), ku komeleya herî mezin a cîhanê ye û piraniya dezgeh û ajansên veberhênanê li ser asta cîhanê li xwe digre.

Îro Çarşemê 26ê Nîsana 2023an, Komeleya Pêşvebirina Veberhênanê ya Cîhanî (WAIPA) li ser hesabê xwe yê Twitterê bi fermî bixêrhatinê li Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo komeleyê dike û daxwaza xwe ji bo piştevanîkirina Kurdistanê wek rûyekî balkêş bo veberhênana rasterast a biyanî dubare kiriye bi rêya hevahengî û hevbeşîkirina ligel Desteya Veberhênanê.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî destnîşan kir, ew dixwazin bi rêya vê komeleyê pêwendiyeke baş dirust bikin ligel dezgehên veberhênan û veberhênerên cîhanê ji bo bilindkirina şiyanan û rakişandina veberhênerên cîhanî bo Herêma Kurdistanê.

Mihemed Şukrî ragihandiye, armanca Invest Kurdistan ew e ku ligel ajansa pêşvebirina veberhênanê û hevbeş û rêxistinên navdewletî û veberhêneran û endamtiya li WAIPA bi tora veberhênerên cîhanê ve were girêdan, herwiha armanca wan a sereke ew e ku bi rêya berketin û pêwendiyên xwe ligel civaka navdewletî, Herêma Kurdistanê bikin cihekî guncaw û cihê bala veberhênerên biyanî.

Komeleya Pêşvebirina Veberhênanê ya Cîhanî (WAIPA) di sala 1995an de hatiye damezrandin û baregeha wê ya sereke li Cinêva paytexta Swîsreyê ye û di destpêka damezrandinê de 50 dezgehên veberhênana navdewletî li xwe girtibû, niha jî zêdetirî 130 endamên wê hene.

Armanca sereke ya WAIPA, di navbera dezgehên veberhênanê de dirustkirina hevahengiyê û nasandina veberhêneran e li ser asta cîhanê. Herwiha bi rêya çendîn çalakiyan ve kar dike ji bo zêdetir bilindkirina şiyana pêşvebirina şiyanên mirovî û rahênana li ser asta cîhanî û gihiştina bi data û zanyariyên li ser siyaset û stratejiya veberhênan û girîngîdana veberhênana rasterast a biyanî.

Pustên heman beş