Amerîka ji bo bersivdana Îranê firokeyan dişîne Rojhilata Navîn

Amerîka ji bo bersivdana Îranê firokeyan dişîne Rojhilata Navîn

Rojnameyeke Amerîkî belav kiriye, Washington hejmarek firokeyên şer ku hilgirên bombeyên ciyawaz in, ji bo bersivdana gefên Îranê şandine Rojhilata Navîn.

Rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkî li ser zarê hejmarek fermandarên bilind ên artêşa Amerîkayê belav kiriye, ew firokeyên ku Amerîka dişîne Rojhilata Navîn, ji cûreya A Warthog in û cûreya mûşeya wan li ser hatiye bicihkirin ku şiyana wê ya lêdana armanca xwe li jêr erdê jî heye, ew jî bi mebesta lêdana jêrxanên çek û armancên li jêr erdê hatine hilgirtin.

The Wall Street Journal behsa wê yekê jî kiriye ku meha borî hêzên asmanî yên Amerîkayê 12 firokeyên cûreya Warthog, bi mebesta rûbirûbûna gefên Îranê şandine Rojhilata Navîn.

Pustên heman beş