Li 15 bajaran operasyon: Derbarê 49 kesan de biryara desteserkirinê

Li 15 bajaran operasyon: Derbarê 49 kesan de biryara desteserkirinê

Şeva borî li 15 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, operasyonên desteserkirinê hatine lidarxistin.

Li gor zanyariyên destpêkê, li 15 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê şeva 29’ê Nîsanê de, ji aliyê hêzên ewlehiya Tirk ve, operasyonên serdegirtina mal û avahiyan  hatine lidarxistin û xebatkar û rêvebirên, Ajansa Mezopotamyayê, endam û rêvebirên Komeleya Dicle-Firatê ya Rojnamevanan û xebatkarên Jin Newsê jî di navde gelek kes hatine desteserkirin.

Ji aliyê dozgeriya Komarî ya Tirkiyê ve jî hatiye daxuyandin ku “di derheqê 49 kesan de, ji ber piştgirî û alîkariya PKK/KCKê kirine, 5 kes jî ji ber piştgiriya FETOyê kirine”, biryara desteserkirinê hatiye dayîn û bi vê hêncetê jî li 15 bajaran operasyonên desteserkirinê hatine lidarxistin. Dîsa hatiye ragihandin ku desteserkirin û lêpirsîna wan kesan berdewam dike.

Partiya Çep a Kesk (YSP) jî bi daxuyaniyekê operasyon şermezar kir û di daxuyaniyê de, ew operasyonên tên kirin wek operasyonên komkujiya siyasî tên pênase kirin.

Di 25 û 26’ê Nîsanê de jî, parêzer, hunermend, rojnamevan, endam û rêvebirên saziyên jî di nav de di derheqê 216 kesan de, biryara desteserkirinê hatibû dayîn û di encama operasyonên li malan hatbûn kirin de 128 kes hatibûn desteserkirin û di derheqê 39 kesan de jî birayara girtinê hatibû dayîn.

Pustên heman beş