Du dironên Tirkiyê navçeyeke sînorê Silêmaniyê bombebaran kirin

Tirkiyê navçeyeke sînorê Silêmaniyê bombebaran kirin

Du dironên dewleta Tirkiyê, îro derdora gundê Gelale yê ser bi qezaya Mawetê ve li sînorê parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kirin.

Îro roja sêşemê 2/5/2023ê derdora demjimêr 11:10 ê berî nîvro Tirkiyê bi du dironan êrîşî du cihan kir ku bi qasî du kîlometreyan ji gundê Gelale dûrin.

Di encama bombebaranan de tu zirarên canî û madî çênebûne, ji ber ku dironan du navçeyên vala bombebaran kirin.

Berî du heftiyan jî, Tirkiyê bi dironê sînorê navçeya pêncwênê ya Silêmaniyê bombebaran kirbû, di bombebaranê de otomobîlek hatbû armanickirin û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û kesek jî birîndar bûbû.

Pustên heman beş