Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand: “Em li ser axa xwe şer dikin û em êrîşî Moskowê nakin.”
Volodimir Zelensky derbarê êrîşa îro ya ser Koşka Serokatoya Rûsyayê (Kremlîn) ragihand, wan êrîşî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin nekiriye.
Zelensky diyar kir: “Rûsyayê li qada şer ti serkeftinek bi dest nexistiye.”
Îro Çarşemê 3ê Nîsana 2023an, Koşka Serokatiya Rûsyayê (Kremlîn) di daxuyaniyekê de eşkere kir, bi dronan êrîşî Kremlînê hatiye kirin û armanca êrîşê kuştina Vladimir Putin bûye.
Li gor ragihandinê, “êrîşeke terorîstî bûye û ji aliyê Ukraynayê ve hatiye encamdan, lê belê ti ziyanek li Serokê Rûsyayê neketiye û bi silamet e”.
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin, “di demeke guncaw de, em ê bersiva wê êrîşa terorîstî bidin”.