Çîroka Cîhan Aymaz, strana “Ez dimirim Tirkiyeya min” û evîndarîya HDP ê ya Tirkbûnê

Çîroka Cîhan Aymaz, strana “Ez dimirim Tirkiyeya min” û evîndarîya HDP ê ya Tirkbûnê

Duh li Stenbolê ciwanekî kurd ê muzîkjenê kolanan hat qetilkirin. Muzîkjenê Kurd Cîhan Aymaz ê ku li rihtim a Kadikoya Stenbolê stran digotin rastî êrîşa bi kêrê(çeqo) hat û jiyana xwe ji dest da.

Cîhan Aymaz muzîkjenekî kurd ê 30 salî ji bajarê Dîgora Qersê bû. Dema ku stran digotin, nijatperestekî Tirk bi navê Mehmet Caymaz hat cem wî, jê xwest ku strana “Ez dimirim Tirkiyem” bêje. Cîhan Aymaz ev daxwaza wî kesê nenas red dike. Lê Mehmet Caymaz zorê dide wî ku vê stranê bibêje. Dema nabêje bi kêrê êrîşî Cîhan Aymaz dike, wî dikuje û laşê wî davêje behrê.

Gelo kuştina Cîhan Aymaz karekî organîze kirî bû?

Daneyên cidî hene ku li pişt perdeya vê êrîşa nîjadperest hêzeke plankirî û rêxistinkirî heye. Çendek berê Cîhan Aymaz ji ber axiftinên wî yên hevdîtina kolanan polîsan bangî wî kiribû û li qereqola Maltepeyê îfadeya wî hatibû girtin û der barê wî de doz hatibû vekirin.

Cîhan di wê hevpeyvîna xwe ya kolanê de ligel strana ev gotin kiribûn; “Ji yên li ser pişta belengazan têr dibin re…Tayîp Erdogan em muhtacî Pîvazê kirine…” Cîhan di vê hevpeyvîna kolanê de bi awayekî vekirî got “heke ev axiftina min li girtîgehê jî bidawî bibe ez ê bênavber stranan bibêjim” û ji kesî jî natirsim.

Paradîgmaya ku serokê PKK ji bo jiyana xwe rizgar bike îcad kirî: Tirkbûn

Lê dawiya vê guftûgoyê zindan ne bû, mirin bû. Ji ber ku Cîhan di wê hevpeyvîna kolanê de bi mêrxasî nasnameya xwe ya kurdewarî û berteka xwe ya li hemberî desthilatdariya Erdogan qîr kir. Kurdbûn yek ji sedemên sereke yên cinayet-kuştinên li Tirkiyê ye. Her çiqas zarokên miletekî bê dewlet xwe bi derewa “em azad in, em wekhev in, em bira ne” dixapînin jî, dîsa bi vê kuştina hovane hat îspatkirin ku rastî ne wisa ye. Xeta siyasî ya Bakurê Kurdistanê Kurd mehkûmî dereweke biratî ya bi vî rengî kir. Lê gelê tirk û zîhniyeta dewleta Kemalsît tu carî kurd wek birayê xwe nedîtiye û nabîne jî. Şaşitiya “paradîgmaya nû” ya ku serokê PKK’ê ji bo jiyana xwe rizgar bike teorîze kiriye, projeya ku Kurdan her û her bi dilxwazî bike koleyên Tirkan e. Bi gotineke din plana dagirkeran e ku bi înkarkirina nasnameya xwe ve bikeve nava dewleta mêtinger. Me baş dît ku di bûyera Cîhan Aymaz de derewa “biratiya gelan” qelleşîya gelan e.

Vîrûsa herî kujer ji bo Kurdan: Tirkbûn e

Cîhan Aymaz bi redkirina strana “Ez dimirim Tirkiyem” nasnameya xwe ya netewî parastiye û lê xwedî derketî ye. Ji ber ku di gotinên wê stranê de nijadperestiya tirk heye. Cîhan li dijî vê sepandina nîjadperest bi canê xwe bedel da. Ev strana nijadperestî di Dunyaya hestyarî ya kurdan de û di binhişmendiyê de cihekî gelek neyînî digire. Terora dewletê ya salên 1990 î bi vê stranê dihat kirin. Dewleta Tirk a dagirker bi vê stranê gund di şewitandin û Kurdan qir di kirin. Dema zarokên wê serdemê ev stran di bihîstin, pê di hesiyan ku dê operasyon dest pê bikin û gundên wan bên şewitandin û ew ê bêser û şûn bin.

Ew kuşerê ku ev stran ji Cîhanê xwestiye, paranoya ku vê stranê di nav gelê Kurd de afirandiye baş dizane. Ev stran di bîrdanka deronîya cîvaka Kurd de xwedî cijekî pirr tirs û sehm e. Cîhan Aymaz bi nasnameya xwe ya neteweyî xwedî derketinê ve mirin hilbijart, lê bê nasnameyî qebûl nekir. Pîvaneke din a trajediyê jî ev e ku HDP a ku Cîhan dilsozê wê ye, xwedî fikra “Ez dimirim Tirkiye” ye. Vîrûsa kujer a rastî ya kurdan ev fikra tirkkirinê ye. Ev fikriyata PKK-HDP ê dewleta Tirk, ala wê û hemû nirxên wê weke nirxên xwe dibîne û diparêze. Lê hê jî aligirên HDP ê bi mirinê nasnameya Kurd û Kurdistanê diparêze. Li Bakurê Kurdistanê nakokî-paradoksa xeta sîyasî ew e ku rêveberî û fikriyata wê Tirkperest, lê girse ango dilsozên wê Kurdperwerin. Gotinek mezinan dibêje “Masî bi serî ve genî di be” çîroka gelê me yê bakur jî ev e.

Wê HDP bi rastî jî li Cîhan Aymaz xwedî derkeve?

Laşê HDP ê, yanî bingeha wê kurd e, lê serê wê, yanî rêveberiya wê tirk e. Ger ev helwêsta bi rûmet a Cîhan Aymaz bi bûya xeta tevgera siyasî ya Bakurê Kurdistanê, wê niha gelê Kurd bi serfirazî û bêminnet bi jîya.  Lê zîhniyeta siyasî ya ku gelê Kurd bêrûmet dike, bê rewac dike, xwelîser û situhxwar ev rêbaza sîyasî ya Tirkbûnê ye. li ser Kurdan Tirkbûnê weke ku tiştekî şanazî pê were kirin disepînin. Loma jî em dibêjin fikriyata Pkk ê kujerê Cîhan Yamaz e.  Ew zihniyet û pêkhateya siyasî ku neteweya kurd layiqî dewletbûnê nabîne, bi qasî vî kujerî sûcdar e.

Ez meraq dikim gelo ev baronên şer û siyaseta Kurd, li hember bêgunehiya ciwanên Kurd ên ku bi nasnameya xwe ya netewî û rûmeta xwe distirên, di mîtîngên hilbijartinê de wê li Şehîd Cîhan Aymaz xwedî derkevin an naa?

Pustên heman beş