Berpirsekî heşda şebî li Mûslê hat desteserkirin

Berpirsekî heşda şebî li Mûslê hat desteserkirin

Yêk ji berpirsên mîlîşyayên heşda şebî ji aliyê Rêveberiya Tawanên Rêxsitî yên Mûslê hat desteserkirin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, yêk ji berpirsên mîlîşyayên Heşda Şebî yê bi navê Esîr Ewad Serhan El-Luheybî ê berniyas bi Esîr El-Luheybî, endamê beşê têkiliyên Nvîsîngeha Cêbecêkar a mîlîşyayên Seyid El-Şuheda-Neynewa ji aliyê Rêveberiya Nehêlana Tawanên rêxsitî li Mûslê hatiye desteserkirin.

Çavkaniyên me her weha eşkere kirin, di dema desteserkirina Esîr El-Luheybî de 30 nasnameyên Ketaîb Seyid El-Şuheda bi wî re bûn û dest bi ser wan de jî hatiye girtin.

Li gor agahiyan, Esîr El-Luheybî dixwest wan nasnameya bi ser hin kesan parve bike ku piraniya wan kesên tumetbar û tawanbar bûn û ji aliyê dadgehê ve biryara desteserkirina wan jî pêş niha derketbû.

Mîlîşyayên heşda Şebî ji boy zêdekirina endamên xwe kesên der qanûn weke endamên xwe dipejirîne û bi vê yekê rê li ber dadgehkirina wan digire.

Pustên heman beş