Nasnameya Kurdekî din ê bi îşkenceya HPG’ê hatî qetilkirin, hate eşkerekirin

Nasnameya Kurdekî din ê bi îşkenceya HPG ê hatî qetilkirin, hate eşkerekirin

PKK ji rojeva zêde ya hilbijartinan sûd werdigire, bi nûçeyên hêsan hewl dide gelek windahî û bûyerên ku naxwaze zêde têkeve rojeva niha belav dike. Ji bo vê jî navê bi dehan gerîlayên ku bi salan berê jîyana xwe ji dest dane di pêvajoya hilbijartinê de eşkere dike. Niha jî navê sivîlekî ku wan kuştiye eşkere kir.

Çetîn Gûngor di sala 2019’an de li Şirnexê dema di kargeha komirê de dişixulî ji aliyê PKK’ê ve hatibû revandin.  Çetîn ji navçeya Dêrgule ya ser bi Şirnexê ve bû.  PKK’ê sedema revandina Gûngor eşkere nekir. Her çend dem bi dem malbata wî hewl da dûvçûnê bike jî lê nasnameya wî eşkere nedikir.

Di meha Nîsana sala borî de medyaya Tirkiyê ragihandibû ku li Cûdî cenazeyekî îşkencekirî hatiye dîtin.  Li gorî nûçeyê, kesekî ji PKK’ê veqetiya cihê cesedê Çetîn Gûngor ê ku bi îşkenceyê hatiye kuştin eşkere kiribû. Li gorî nûçeyê Çetîn bi îşkenceyê hatiye kuştin.

Piştî nûçeyên di medyaya Tirkiyê de hatin belavkirin, PKK’ê ji bo ku bûyerê veşêre peyamek balkêş belav kir. Li gorî daxuyaniya hêza leşkerî ya PKK’ê HPG’ê Çetîn Gûngor “ji bo bi wî re nîqaşê bikin birine ba xwe û piştî demeke kurt ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da”.  Her wiha HPG’ê di daxuyaniya xwe de got, “Em sersaxiyê ji malbatê re dixwazin, me jî hêj nekarî bû vê bûyerê zelal bikin.

 Ji sala 2019’î an û vir ve, di der barê Gûngor de HPG’ê ti daxuyanî nedaye. Malbata wî gelek caran li Şirnex û Silopiyayê çûn HDP’ê bangî PKK’ê kirin ku kurê wan berdin. Heta tê îddîakirin ku hinek endamên malbatê çûne wargeha Mexmûrê ya li Herêma Kurdistanê û bi rayedarên PKK’ê re hevdîtinê kirin e, lê PKK’ê ji wan re gotiye “agahiya me ji vê bûyerê nîne”.

Heta ku dewleta Tirk cenaze nedît, PKK’ê îda dikir ku Çetin Gûngor ne li gel wanne. Dema ku cenaze hate dîtin PKK’ê jî belgeyek belavkir. Eşkere ye ku daxuyaniya PKK’ê rastiyê nîşan nade.  Ji ber ku PKK bi sîstema tekmîl û mixabera rojane ji hemû herêm û qadên gerîla agahî werdigire. Agahiya HPG’ê hebû ku hatîye kuştin.  Lê ji bo PKK’ê tu qîmeta jiyana Kurdewarî nîne, lê piştî daxuyaniya dewleta Tirk mecbûr ma ku li ser mijarê daxuyanî bide.

Çetin Göngör Kurdekî zewicî ye feqîr e û xwedî zarok e. Loma jî ji ber xêzanîyê diçû li karê komirê de dişixulî. Jîyana Kurdekî wiha ji bo PKK’ê zêde ne girînge. Birina bavekê êtîm, Mayîna zarokan û belavbûna malbatan bo PKK’ê ne girînge. Di dîroka PKK’ê ya 40 salan de bi hezaran bûyerên weke Çetîn Gûngor hene. Bi hezaran Kurdên bêguneh bi tewanên derew hatine îşkenceyan û kuştin. Payre jî PKK’ê xwe weke xeşîm nîşan daye û bêdeng maye. Rastiya PKK’ê ya ku dibêje ezê demokrasî û mafên mirovan belavî cîhanê bikim di vê cînayeta Çetîn Gûngor de veşartî ye. Hindî ku Kurd çavên xwe li kiryarên PKK’ê re bigirin wê cînayetên mîna kuştina Çetîn Gûngor jî zêde bibin.

Pustên heman beş