Peymana navbera CHP’ê û Qendîl de çiye?

Peymana navbera CHP’ê û Qendîl de çiye?

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartina pêvajoya propagandeyan de gelek tişt têne gotin. Hinek Tifaq pêkhatine û hemûyan jî naveroka tifaqên xwe eşkere kirine. Lê tenê li hevhatina navbera HDP’ê û CHP’ê de nehatiye eşkere kirin. Ev yek gelek caran di nava dengderên HDPê û hinek berpirsiyarên HDP’ê de jî tê gotubêj kirin.

Herî dawî Tayib Erdogan jî di axavtineka xwe de behsa li hevhatina navbera CHP’ê û HDPê de kir û got: Kemal Kiliçdaroglu sozên metirsîdar dane baskê siyasî yê PKK’ê. Kiliçdaroglu bo çi eşkere nake ku bi HDP’ê re li ser çi rêkeftiye.

Kiliçdaroglu û CHP qebûl nake ku, tu li hevhatinên nehînî di navbera wan û HDPê re çêbûne. Lê hevseroka HDP’ê Buldan bersiva Erdogan da û got: Dibêjin di navbera HDPê û Hevpeymaniya Millet de li pişt deriyan bazareke kirêt hatiye kirin. HDP ti carî û li ti cihî li pişt deriyan bazarên kirêt nekiriye û nake. Me çi kiribe bi zelalî kiriye. Dema dîtin li ser deshilatê namînin, careke din dest bi buxatanên li dijî HDP’ê kirin. Daxwaza dengan ji welatiyan dikin. Lê em jî dibêjin divê AK Partî dawî were û Erdogan biçe.

Di rastiya xwe de jî tu hevpeymiyek navbera CHP’ê û HDP’ê de ne eşkere û ne jî nehînî çênebûye. Lê peymanek nehînî di navbera Qendîl û CHP’ê de çêbûye. Nehîniye û herdu alî jî nikarin vê yekê ji berî hilbijartina eşkere bikin. Lê eger Kiliçdaroglu serbikeve dê berhemên vê peymana veşartî derkeve holê.

Li gora hinek agahiyên ku ji nava CHP’ê de têne û herweha di hinek kesayetên ku di nava PKK’ê de ku di nava civata HDPê de li ser navê Qendîl fermana didin û propagandeyê dikin, di civatên teng de dibêjin ku, Kiliçdaroglu serbikeve Qendîl dibe şirîkê desthilatê.

Di rastiya xwe de jî dema mirov li berbijêrê Partiya Kesk a çep dinêre ji % 60 Tirkin û çepin. Hinek ji wan jî Kemalîstên tundin û ew ji bo desthilatê de cih bigrin hatine destnîşan kirin. Hasan Cemal, Cengiz Çandar ji bo çi bûne berbijêrên PKK’ê?

ROJEVAKURD

Pustên heman beş