Di êrîşên Îsraîlê li ser Xezzayê de 12 kes hatin kuştin

Di êrîşên Îsraîlê li ser Xezzayê de 12 kes hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand, di êrîşên asmanî yên Îsraîlê yên li ser herêma Xezzayê de 12 kesan canê xwe jidest dan.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê diyar kir, artêşa Îsraîlê ji derengiya şevê heta serê sibê herêma Xezzayê bombebaran kir û di encamê de 12 kesan canê xwe jidest dan û 20 kes birîndar bûn.

Ji aliyekî din ve, artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand, 40 firokeyên şer çeperên Saraya Qudisê, baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî bombebaran kirin û di encamê de 3 serkirdeyên pilebilind ên leşkerî hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlî da zanîn ku bombabarankirina wan dê berdewam bin heta ku hemû armanc tên bidestxistin.

Li hember êrîşên Îsraîlê, Wezareta Derve ya Filistînê bang li civaka navdewletî kir ku bikevin rêzê û êrîşên Îsraîlê bi pêşhateke metirsîdar ji bo rewşa herêmê binav kir.

Pustên heman beş