Kiliçdaroglu: Kî ji daxuyaniya piştgiriyê ya Qendîlê sûdê werdigire?

Kiliçdaroglu: Kî ji daxuyaniya piştgiriyê ya Qendîlê sûdê werdigire?

Namzedê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu radigihîne, banga PKKê ya ji bo piştgirîkirina wî, tê wateya piştgirîkirina namzedê Hevpeymnaiya Cumhur Recep Tayyîp Erdogan.

Namzedê Hevpeymaniya Millet bo postê Serokomariya Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu di bernameyeke televîzyonî de li ser rexneyên ku PKK piştgiriya wî dike axivî û got, piştgiriya PKKyê ya ji bo wî ne di berjewendiya wî de ye, lê belê di berjwendiya namzedê Hevpeymaniya Cumhur Tayyîp Erdogan de ye.

Kiliçdaroglu got, heke PKK banga piştgirîkirina wî bike, ev bang di rastiyê de ji bo piştgirîkirina Erdogan e û got: “Kî ji Qendîlê ji bo piştgirîkirina Tifaqa Netewî sûdê werdigire? Piştgiriya me dikin an piştgiriya wan dikin? Aqil heye, mantiq heye. Heger rêxistina terorê bibêje ez piştgiriya we dikim, ev tê wê maneyê ku ew piştgiriyê dide aliyê din.”

PKKê heta niha bi awayeka fermî piştgiriya Kiliçdaroglu nekirbe jî, di hin daxuyaniyên berpirsên wê de piştgiriyeke nerasterast jê re heye. Erdogan jî gelek caran ragihandibû ku PKK piştgiriya Kiliçdaroglu dike, di gotarekê xwe de jî diyar kiribû, miletê wî Tirkiyê radestê kesekî nake ku bi piştgiriya PKKê bibe Serokomar.

Pustên heman beş