Li derveyî Tirkiyê zêdetir ji 1.75 milyon kesan deng dane

Li derveyî Tirkiyê zêdetir ji 1.75 milyon kesan deng dane

Dengdana ji bo hilbijartinên Tirkiyê li 73 welatan îro dawî dibe û milyonek û 751 hezar kes çûne ser sindoqan û dengên xwe dane.

Pêvajoya degdanê ya dervayî Tirkiyê ku di 27ê Nîsanê de dest pê kiribû. Dengdan li 73 welatan îro bidawî dibe û dengdana li deriyên sînorî heta 14ê Gulanê dê berdewam be.

Li gor amarên Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ji sê milyon û 416 hezar dengdêran, heta niha milyonek û 751 hezar kes deng dane. Deng jî ji gelek bingehên dengdanê, di nava telîsên dîplomatîk de bo Tirkiyeyê têne şandin.

Biryar e welatiyên Tirkiyê di 14ê Gulanê de biçin ser sindoqan da ku Serokomar û parlamenterên xwe hilbijêrin. Welatiyên Tirkiyê yên li derve jî li 73 welatan û 156 nûneretiyên Tirkiyeyê dengê xwe didin û îro ev prose bidawî dibe.

Li dervayî Tirkiyê 3 milyon û 416 hezar û 98 dengdêr hene û hejmara kesên ku dê cara yekemîn deng bidin jî 277 hezar û 646 e.

Pustên heman beş