Alî Babacan li Diyarbekirê: Tifaqa me ji bo hilbijartin û birêvebirina dewletê ye

Alî Babacan li Diyarbekirê: Tifaqa me ji bo hilbijartin û birêvebirina dewletê ye

Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan serdana Diyarbekir kir û li gel Platforma Hevgirtin û Parastina Bajêr a Diyarbekirê civînek li dar xist. Alî Babacan da zanîn, ji bo ewlekariya hilbijartinê were cîbicîkirin, ewê wek Tifaqa Millet hemû hêza xwe bikar bînin, desthilat jî ji hemû bûyerên tundî berpirs e.

Serokê Partiya DEVA Alî Babacan li Diyarbekir li avahiya Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekir li gel Platforma Hevgirtin û Parastina Bajêr a Diyarbekir civînek lidar xist.

Alî Babacan ji aliyê Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekir Mehmet Kaya û hevgirtiyên platformê ve hat pêşwazîkirin.

Babacan di civînê de amaje kir, ew kesên dibêjin 6 partî nikarin li hev bikin bila bizanin ku ji xwe me li hev kiriye ku heta em li cem hev in û peymanek ji 2300 xalan pêk tê îmze kirine.

Babacan di civînê de bo cotkaran projeyên xwe pêşkêş kir û da zanîn ku dê nîvê lêçûna gubre ji aliyê dewletê ve were dayîn, bihayê sotemeniyê were daxistin, dê 5 salan de hemû veberhênanên avî werin temamkirin, dê faîza deynê cotkatan were jêbirin.

Babacan bal kişand ku Tifaqa Millet ne tenê ji bo hilbijartinan hatiye avakirin, di heman demê de ji bo bi hevre dewletê birêvebibin hatiye avakirin û dê bi hevre dewletê derxin asta herî baş.

Derbarê mafê perwerdehiya zimanê zikmakî de jî Alî Babacan got, wan di vê mijarê de bi navê Plana Cîbicîkirina Mafên Bingehîn pirtûkek amade kirine û tê de bo vî mafî her tişt hatiye destnîşankirin.

Babacan derbarê ewlekariya hilbijartinê de jî bang kir ku her welatiyek dikare bibe çavdêrê sindoqan û bila peywirdarên sindoqan jî piştî hijmartina dengan wenêyê encaman bikêşin û di tora hevpar de parve bikin da ku encamên ji hev cuda dernekevin holê.

Alî Babacan derbarê bûyerên tundiyê û gotinên bi heqaret de jî banga seqemgiriyê kir û bal kêşand ku ji her tundiyek û birîndarbûnekê desthilat berpirs e.

Pustên heman beş