Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” zaroyeke din jî revand

Çeteyên bi navê"Ciwanên Şoreşger" zaroyeke din jî revand

Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê zarokekî 16 salî li bajarê Reqayê revand.

Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” yên ser bi Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê li roja Şemiyê 6/5/2023’an zarokê 16 salî yê bi navê “Mihemed Cemal Osman” revand û bo leşkerîya neçar bir.

Li gorî zanyariyan “Mihemed Cemal Osman” xelkê bajarê Girê Sipîye, lê derbderî Reqayê bûye.

4 roj li ser revandina vî zarokê derbas dibin lê belê heya niha çi zanyarî li ser çarenvîsa vî zarokî tune ne, ne diyare li kîjan bajarîye.

Ev zarokê 7emîne ku di dema du hefteyan de mîlîşyayên bi navê Ciwanên Şoreşger li Reqayê bi mebesta çekdarkirinê revandine.

 

Pustên heman beş