Dengên ku bo Muharrem Înce bên dayîn, dê wek qebûlkirî bêne hejmartin

Dengên ku bo Muharrem Înce bên dayîn, dê wek qebûlkirî bêne hejmartin

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) ragihand, dengên ji bo namzedê serokomariyê Muharrem Înce ku ji hilbijartinan vekişiyabû, dê werin qebûlkirin.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) Ahmet Yener bi bîr xist ku Serokê Giştî yê Partiya Memleketê Muharrem Înce ji namzediya serokomariyê vekişiyaye, lê biryar hat dayîn ku dengên ji bo wî bên dayîn, bêne qebûlkirin.

Ahmet Yener daxuyanî da çapemeniyê û ragihand ku daxwaznameya Înce ya ji bo vekişîna ji namzediyê duh gihîştiye  Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK).

Yener herwiha ragihand ku desteyê îro li ser wê yekê civîn kiriye û biryar daye ku di gera ewil de dengên ji bo Înce hatine dayîn, bêne qebûlkirin.

Pustên heman beş