Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê encamên destpêkê aşkere kirin

ahmet-yener-turkey-election

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê encamên destpêkê yên ji % 94 ê dengan aşkere kirin û heta niha Erdogan li pêş Kiliçdaroglu e.

Serokê Komisyona Bilind a Hilbijartinan Ahmet Yener ragihand, li gorî encamên destpêkê Recep Tayyîp Erdogan % 49.9 ê deng bi dest xistine, Kemal Kiliçdaroglu jî % 44.7 deng wergirtine. Her wiha Sînan Ogan ji % 5,29 û Muharrem Înce jî ji sedî 0,43 deng bidest xistine.

Derbarê partiyên ku benda % 7 derbar kirine de, Yener da zanîn ku AK Partî, MHP û Yenîdan Rafah ji % 7 zêdetir deng wergirtine. Her wiha CHP û IYI Partî yên di nava Tifaqa Miletê de, Partiya Çep a Kesk û Partiya Karkerên Tirk a di nava Tifaqa Ked û Azadiyê de jî ev bend derbas kirin.

Serokê Komisyona Bilind a Hilbijartinan diyar kir, heta encamên dawî neyin eşkerekirin, ew nizanin dê hilbijartinên serokomariyê derbasî gera duyem bibe yan na.

Roja Yekşemê 14ê Gulana 2023an hilbijartinên serokomarî û parlamentoya Tirkiyê ji demjimêr 8:00 heta demjimêr 17.00ê êvarî hatin kirin û rêjeya beşdariyê jî % 88.

Li gor yasayê, eger di gera yekem de her namzedekî serokomariyê zêdetir ji % 50 ê dengan bidest nexist, hilbijartin diçe gera duyem ku biryar e roja 28ê Gulanê di navbera her du namzedên ku herî zêde deng bidest xistin de were kirin.

Pêşbirka sereke di navbera namzedê tifaqa Cumhur Recep Tayyîp Erdogan û namzedê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu de ye, ji bo bigihin Koşka Çankayayê û 5 salan di posta serokomariyê de bimînin.

Pustên heman beş