Kiliçdaroglu: Bêhêvî nebin

Kiliçdaroglu: Bêhêvî nebin

Serokê Giştî yê CHPê û Namzedê Tifaqa Miletê yê ji bo Serokomariya Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu ragihand: “Ti car bêhêvî nebin. Ez ê xwe netewînim. Ez ê li ser tiştên ku diqewimin, tesbîtên xwe yên zelal ji we re bibêjim.”

Kemal Kiliçdaroglu li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Gelê min ê xoşewîst, ji duh heta niha em bênavber dixebitin. Ti car bêhêvî nebin. Ez ê xwe netewînim. Ez ê li ser tiştên ku diqewimin, tesbîtên xwe yên zelal ji we re bibêjim. Piştre jî em ê rabin ser piyan û bi hev re di vê hilbijartinê de bi ser bikevin. Di dawiya her tiştî de, tenê gotina miletê me dê were cih.”

Li aliyê din, Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) Ahmet Yener ragihand, hilbijartinên Serokomariya Tirkiyê bo gera duyem maye û proseya dengdana gera duyem dê 28ê Gulanê were encamdan.

Pustên heman beş