PKK’e gelê Mexmûrê li dijî artêşa Iraqê weke mertalên zindî bikar tîne

PKK’e gelê Mexmûrê li dijî artêşa Iraqê weke mertalên zindî bikar tîne

Gelê Wargeha Mexmûrê dîsa ji ber PKK’ê mexdûr bûn, vê carê li dijî artêşa Iraqê weke mertalên zindî hatin bikaranîn.

Îro danê sibê di saet 05:30 de, artêşa Iraqê derdora Wargeha Mexmûrê dorpêç kir. Wargeha Mexmûrê bi salan e di bin îdareya PKK’ê ye û li gorî ajendeya xwe ya sîyasî û leşkerî bi kar tîne.

Gorî rêgezên navneteweyî divê dewroberên kampên penaberan werin dorpêç kirin. Her wiha dorpêçkirina wargehê zirarê nade gelê Mexmûrê, berevajî wê kampê ji êrîşên derve biparêze.

Her wiha tê gotin ku artêşa Iraqê ji raya giştî re eşkere kiriye ku çima dixwazin derdora kampê dîwar bikin.

Rayedarên Îraqî: Ger kamp bibe sivîl wê neteweyên yekbûyî dîsa vegere kampa Mexmûr.

Li gor jêderên xwecihî, berpirsên Îraqî ji Mexmûrîyan re gotine ku “ew dixwazin kampê bixin bin kontrola xwe de ji ber îhtimala ku ew kamp ji aliyê grûpên çekdar ve tê bikaranîn loma jî dixwazin wê kampê bi temamî bikin ya penaberên sivîl”. Lê belê ev biryar ji aliyê PKK’ê ve nehat qebûlkirin, ji ber ku ev tedbîrên Iraqê wê bandorê li xebatê leşkerî yê PKK’ê yên li kampê bike û PKK ji gel xwest ku çalakiya rûniştinê pêk bînin. Gel weke mertalên zindî dihên bikaranîn.

PKK’e ji bo pêşîlêgirtina vê hewlê tevdigere

Çavkaniyên herêmî jî dibêjin, Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê zext li YNK’ê kiriye ku li ser vê mijarê bi Bexdayê re guftûgo bike. Her wiha heman komîteyê bi kesayet û berpirsên şîe yên li Bexdayê re civiya û ji wan re got ev biryara artêşa Iraqê dê zirarê bide hevkariya wan a li Şengal û derdora Kerkûkê.

PKK ku bi salane li Wargeha Mexmûrê bi cih bûye, bi taybetî piştî êrîşa Daîş’ê ya sala 2014’an, bi Îranê re li hev kir ku cihê Wargeha Mexmûrê neguhere û hêzeke leşkerî li kampê bi cih bike. Di vê çarçoveyê de PKK hêza xwe ya leşkerî li Mexmûrê li gorî ajandeya Îran û şîeyan bi cih kir. Li gorî peymana ku ji aliyê PKK’ê ve hatiye kirin; wê hêza wê ya Mexmûrê jî mîna YBŞ’ê ya Şingalê bibe parçeyeke fermî ser bi Heşdî Şeibî ve. Lê ji ber guherîna şert û mercên Iraqê ev yek pêk nehat. Tevî vê yekê jî tê gotin ku PKK li çiyayê Karaçoxê li derdora kampê 3 tunelên cuda hene û nêzî 150 hêza leşkerî têde ne. Di nava kampê de hêzên leşkerî û sivîl jî hene.

PKK kampa Mexmûrê weke rêyeke girîng a li ser xeta Silêmanî-Kerkûk-Mûsil-Şingalê bi kar tîne.

Wargeh wekî navendeke leşkerî tê bikaranîn

Li vir gelek karên neqanûnî tên kirin. Li Başûrê Kurdistanê bi deste endamên “yekîneya xweparastinê” hinek cinayet hatin kirin. Mînak plan û fermana êrîşa 17’ê Tîrmeha 2019’an a li dijî Xwaringeha Hokkabaz a li Hewlêrê hatî kirin û 3 kes têde mirî, ji aliyê vê yekîneyê ve li Kampa Mexmûrê hat Koordîne kirin û kujer revîyan kampê.

Kamp hema bêje ji aliyê PKK’ê ve bûye kampa komkirinê. Liv û tevgera xelkê 24 saetan bi sîstema kamerayên Mobese tê şopandin. Li hemû kolanan kamera hatine danîn.

PKK wargeha Mexmûrê fedayî berjewendiyê xwe dike

Wargeha Mexmûrê bi salan weke parçeyek ji siyaseta PKK’ê tê bikaranîn. Piraniya kesên ku di sala 1994’an de ji ber zext û zulma dewleta Tirk reviyan, li kampên di nava sînorên Duhok û Zaxo de man. Lê PKK’ê ji bo ajendeya xwe ya siyasî kontrol li ser penaberan pêşxist û ew li yek du cîha komkirin. Weke Etrîş, Şêxan û niha jî Mexmûr. Li nava kampê Gerîlayên xwe yên birîndar cih kirin û kamp ji bo karûbarên partîya xwe şixuland. Kamp wek eniya paşî ya şer hate bikar anîn. Ji bilî vê jî PKK’ê nehişt ku penaberên wargehê li gorî zagona vegera gundan a sala 2004’an sûd werbigire. Hinek mal û kesên bi qaçaxî çûne Tirkiyeyê û fermîyeta xwe nû kirin. Di nava ciwanên kampê de jî hejmara zêde çûn leşkerîya Tirkan kirin û vegerîyan. Piraniya kesên li ber Konsolosxaneya Tirk a li Hewlêrê ji rûniştvan ên wargeha Mexmûrê ne.

Pustên heman beş