PKKe baştirîn çeka rejîmên dagîrkerên Kurdistanê ye

pkk-mazloum-dilpak
  • Dilpak Kurdistanî

Ger em li çar parçeyên Kurdistanê li cihên PKKê binerin, em ê çi bibînin? Jinavbirina fikra netewî, wêranî, hejarî û koçberî, her wiha kuştin, revandin, birçîbûn, xapandina zarokan bi siloganên welatparêziyê, lîstina li ser awazên hestiyar ji boy xapandina texên ku hişmendiya wan a syasî tune. Ji bilî parçekirina yektiya Kurdan û avakirina partiyên karîkatorî ji boy bê wate kirina pirisgrêka Kurd, dîsan li cihên ku PKKe lê ye kirîz di navbera Kurdan û pêkhateyên mayî de derdikevin, nefret û nakokî belave, aramî û pêkvejiyan tune, dizî, talan û gendeliya birêxistinkirî heye, her wiha bêexlaqî û fuhûşî. Ev yêk, raman û felsefeyên herî berbiçavên partiya wêranker a Kurdistanê ne.

Eger PKKe bikevin erdekî, bêyî wêrankirina wî cîhî dernakevin û ger bikevin malekê, dernakevin heya ku hişê xort û keçên wê malê xerab nekin, ger bi kesekî re serederiyê bikin, ew kes dibe dîlê destê wan, eger bi partiyeke Kurdî re ketine nav danûstandinan, partiyên Kurdî wisa difkirin ku ew bi Kemalîstan yan bi rejîma Îranê re ketine nîqaşê, loma divê mirov hêbetî nemîne kanê çima rejîmên dagîrker PKKê li ser partî û tevgerên siyasî yên Kurdan tercîh dikin.                                                                                                                                                      

Di dirêjahîya şoreşa Sûryê de, PKKê çi da Kurdan û pêkhateyên din yên li Rojava Kurdistanê? Nêzîkî 20 hezar xort û jin di şerên bê encam de jiyana xwe ji dest dan, kîn û nefret di dilê xelkê de ji ber siyaseta birçîkirinê di bin navê Kurdan de çandin, ji boy rejîma Sûryê li dijî opozîsyona nerim şer kirin. Ji bo razîkirina Îranê li hember artêşa azad rawestiyan, di pêkanîna êrîşa Tirkiyê de hincetên guncaw çêkirin.

Li Başûrê Kurdistanê jî, ji boy berjewendîya xwe bi hikûmetên Ebadî û Malikî re li hev kirin ku herêma Kurdistanê dorpêç bikin û gelê wê birçî bihêlin, li dijî Êzdiyan şer kirin û çiyayên wan û Şengal dagîr kirin û alîkarya DAIŞê kirin ku xwe ava bike û rê neda ku Êzdî xwe rizgar bikin.

Samanê welat dizîn û bi tonan dolar birin Qendîlê, kadroyên wan bi milyonan Euro birin Tirkiyê û Îranê, îmajeyeka xerab a cudaxwaziyê di mejiyê Ereb û Xiristyanan de li her derê çandin, şerê çandinyê kirin û pêşî li pîşesazî girt, gel xistin bin destê xwe û neçar kirin ku di Rêveberiya Xweser de bixebitin, Rêveberîya ku biryarên wê rojane dibin sedema karesat û pirisgrêkan li ser asta civakê bi giştî.

Tevî vê Rêveberîya Xweser û PKKe deriyê Sêmalkayê li gorî berjewendîya xwe birêve dibin, gava xwestin kirîzan diafrînin ji bo ku derî were girtin û gelê Rojava dibe qurbaniyê vê siyaseta PKKê.

Çawa dibe ku ew hemû depoyên xwarinê, çîmento û hesinên ku di avahîsaziyê de tên bikaranîn û yên ku ji Başûrê Kurdistanê ber bi Rojava ve di deriyê Sêmalkayê re derbas dibin, wenda bibin, ew tonên ku di dergehê re derbas dibûn bi kû ve çûn? Çima ew ji nişka ve winda bû? Tevî vê bi kêfa xwe rîya xebatkarên Kurd digirin, bi kurtasî PKKe ji xeynî xwe kesekî din li ser rastiyê nabînin, hemû armanc û xewna wê jinavbirina hizra netewî ya Kurdistanî ye ku heman armanc û xewna rejîmên dagîrker e.

Ev hemû qirêj û siyaseta şaş ya PKKê li Rojava, ji hêla Generalê Saxte û leystoka Qendîlê Mezlûm Ebdî tê birêvebirin, divê Mazlûm jibîr neke ku ew li jêr parastina Amerîkayê ye, divê ew çarenûsa xwe û ya gelê Rojava bi hêlîna ajanên rejîmên dagîrker ve ango Qendîlê negirêde, divê ew rehmê bi gelê Rojava bibe û wan zêdetir neke qurbaniyên destê PKKê û pîlanên wê yên dije Kurd.

Pustên heman beş