Rojhilatê Kurdistanê; Cezayê girtîgehê li meleyekî Kurd hat birrîn

kurd-mela-iran-info

Dadgeheke Îranê cezayê girtîgehê bi ser melayekî Kurd ê ji parêzgeha Sineyê ve sepand.

Li gor çavkaniyên mafên mirovan ên li Rojhilatê Kurdistanê, dadgeha melayê Kurd ê ji parêzgeha Sineyê Madih Kerîmî roja Yekşemê 21ê Gulanê li Dadgeha Taybet a Mamosteyên Olî ya Hemedanê hatiye kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihandiye, dadgehê biryar daye ku cezayê salek girtîgehê li mamosteyê olî yê Kurd Madih Kerîmî bibire.

Hatiye ragihandin, ku Mele Madih Kerîmî piştî civîna dadgehê û biryara derbarê wî de, bi danîna kefaletê û bi awayekî demkî hatiye berdan.

Hengawê daye xuyakirin ku ew meleyê Kurd bi “propandaya dijî rejîmê, piştgiriya xwepêşanderan, têkdana ewlehiya giştî û têkdana raya giştî” hatiye tohmetbarkirin.

Ew meleyê Kurd sala bihorî jî bangî dadgehê hatibû kirin.

Pustên heman beş