Kilicdaroglu: PKKe terorîstin û Ardogan Şirîkê wan ne

Kiliçdaroglu

Berbijêrê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu got “Eger ez bi Qendîl û PKKê re hevdîtin dikim, tê delîlên vê derxî deynî pêş gel, kelepçe li destê min bixê bavêjî dadgehê. Tiştek wisa tine. Eger ez bi rexistineke terorê re muxatab bûbim, eger ez hatibim kêleka terorîstekî pê re axivîbim, Xwedê bela min bide. Berovajî yên vê îftirayê davêjin Xwedê bela wan bide.”

Berbijêrê Tifaqa Millet ê Serokkomariya Tirkiyê û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu beşdarî weşana zindî ya Fox Tv bû bersiva pirsan da.

“Ma merbijerekî serokkomariyê pişta xwe dispêre videoyên montaj?”

Kemal Kiliçdaroglu li ser pirsa derbarê îdiayên videoya montaj de got “Tiştên li ser derewan, buxtanan tên kirin. Ma derew ne guneh e? Hûn montaj dikin. Hûn dengan teqlîd dikin. Hûn wêneyan tînin û bi wê jî hûn ji gelê xwe, welatiyên xwe re derewan dikin. Hûn ji kesê ku vîdyoyek sexte çêdike dibêjin çi? Jê re dibêjin sextekar.Mirovekî sextekar dikare bibe serokkomar? Vîdyoyê sexte hene? Belê heye. Got montoj e? Belê got. Li xwe mikur hat? Mikur hat. Ma merbijerekî serokkomariyê pişta xwe dispêre videoyên montaj?”

Kiliçdaroglu, diyar kir ku wan têkildarî mijarê de serî li dadgehê dane û dibêje “Dadgehê qedexe kir. Çima? Dadgeh dizane ku ew sexte ne. Yanî me bi biryara dadgehê îspat kir serokkomarê welatekî videoyên sexte weşandiye, mirovan reş dike û îftira davêje.

“Eger ez bi Qendîl an jî PKKê hevdîtin bikim tê delîlên vê derxî”

Li ser pirsa “Birêz Erdogan we bi hevkariya terorîstan tawanbar dike. We jî got `derên hemberî min, Ez ê îspat bikim ku hûn pêşmêrê van terorîstan in. Hûn ê li ser vê mijarê îspatên xwe ji me re çawa bînin ziman? Erdogan çawa pêşmêriya terorîstan dike?” Kiliçdarogli wiha bersiv da:

“Niha yê bi wan re rûdinî diaxive ew e. Rojê 24 demjimêran yê bi wan re diaxive û me reş dike ew e. Em dibin muxatabê her cureyên sûcdarkirinê. Em dewletê birêve nabin. Ezbenî, dibêje ‘Kiliçdaroglu bi Qendîlê re diaxive, Kiliçdaroglu bi Qendîlê re hevdîtin dike.’ Mirovê ku vê dibêje ez wî wek mirov qebûl nakim.Birê min dewletekî birêve dibî. Li vê dewletê saziyek bi navê Saziya Îstixbarata Neteweyî heye. Eger ez bi Qendîl û PKKê re hevdîtin dikim, tê delîlên vê derxî deynî pêş gel, kelepçe li destê min bixê bavêjî dadgehê. Tiştek wisa tine. Eger ez bi rexistineke terorê re muxatab bûbim, eger ez hatibim kêleka terorîstekî pê re axivîbim, Xwedê bela min bide. Berovajî yên vê îftirayê davêjin Xwedê bela wan bide. Xal.”

Kiliçdaroglu derbarê Hevserokê PYDê Salih Muslim de axivî û got “Niha ew jî axiviye. Yê ku wî daye axavtin jî dinasim. Di dewletê de kî Salih Muslim daye axavtin jî dinasim. Gava dema wê hat, ez dê navê wî jî eşkere bikim. Yên ku di saziyên herî hesas ên dewletê de ne ji bo dewleta xwe, ji bo qesra xwe didin dixebitandin, wan didin axaftin.”

“Li min bibore, tu ne neteweperwer î”

Derbarê daxuyaniyên HUDA-PARê yên li ser metna sonda parlamentoyê de Kiliçdaroglu wiha axivî “Niha ez dixwazim bangî MHPê, yanî birayên xwe yên Ulkucu (nijadperestên Tirk), yanî birayên xwe yên ku xwe wek neteweperest pênase dikin, bikim. Eger hûn nexwazin bibin hevkarê vî sûcî û hûn naxwazin dengên xwe bidin min jî, neçin ser sindoqan. Nebe hevkarê vî sûcî. Yanîbiryaê min dengê xwe nede partî û kesê ku dibêje “Em ê 4 xalên ewil ên makezagona Komara Tirkiyeyê biguherînin.” Eger tu deng bidiyê, li min bibore, tu ne neteweperwer î. Ti eleqeya te bi netewperweriyê re nîne.”

“Emê bistînin”

Kiliçdaroglû li ser pirsa encamê jî wiha got: “Em ê bistînin. Yanî me evqas tişt gotin. Yên ku li me guhdarî dikin belkî destê xwe deynin ser wijdanê xwe û biçin ser sindoqan, dê dengê xwe bidin.”

Çavkanî: Rûdaw

Pustên heman beş