Îro gera duyem a hilbijartinên serokomariya Tirkiyê ye

Turkey-election-Round-2

Îro 28ê Gulanê gera duyem a hilbijartinên serokomariya Tirkiyê tê lidarxistin û tê de her du berbijêr dê hevrikiyê bikin. Kiliçdaroglu û Erdogan.

Di 14 Gulan de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hilbijartinên parlemento û serokomariyê hatin lidarxistin û namzedê Hevbendiya Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu û berbijarê Tifaqa Cumhur Recep Tayyîp Erdogan û Tifaqa (Ata) Sînan Ogan, hevrikî kirin, serokê Partiya Balad Muharrem Înce jî tenê 3 roj beriya hilbijartinan xwe vekişand.

Dezgeha Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) di daxuyaniyekê de encamên fermî û dawî yên hilbijartinên serokomariyê di 19ê Gulanê de ragihand û li gor van encaman; Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 49,24, Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 45,07, Sînan Ogan jî ji sedî 5,28 sitandin.

Bi vî awayî, ti berbijarekî serokomariyê nekarî di gera yekem a hilbijartinên serokomariyê de bi ser bikeve, ji ber ku yek ji wan (ji sedî 50 + 1) dengan bi dest nexist û biryar hat dayîn gera duyem a hilbijartinan were lidarxistin.

Loma îro yekşemî 28ê Gulanê gera duyem a hilbijartinên serokomariya Tirkiyê tê lidarxistin, ku tê de her du namzedên ku di gera yekem de rêjeya herî zêde deng bi dest xistine, Erdogan û Kilicdaroglu, dê hevrikiyê bikin.

Ev rêje (ji sedî 50 + 1) di gera duyemîn de nayê hesibandin, lê namzedê ku rêjeya herî zêde ya dengan bigire di hilbijartinan de bi ser dikeve.

Pustên heman beş