Proseya dengdana gera duyem a Serokkomariya Tirkiyê bi dawî bû

kilicdaroglu ve erdogan

Proseya dengdana gera duyem a hilbijartina 13emîn Serokkomarê Tirkiyê îro di demjimêr 08:00an de dest pê kir û di demjimêr 17:00an de sindoqên dengdanê hatin girtin.

Dengdana gera duyem a hilbijartina 13emîn Serokkomarê Tirkiyê ku Recep Tayyîp Erdogan û Kemal Kiliçdaroglu ji bo posta serokkomariyê namzed in, bi dawî bû.

Di hilbijartinên Serokkomariya Tirkiyê de ji nav welêt 60 milyon û 904 dengder, xwedî mafê dengdanê bûn.

Li 973 navçeyên 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 191 hezarî zêdetir sindoq hatin danîn.

Roja Yekşemê 14ê Gulana 2023an hilbijartinên serokkomarî û parlamentoya Tirkiyê ji demjimêr 8:00 heta demjimêr 17.00ê êvarî hatin kirin û rêjeya beşdariyê jî %88 bû.

Di gera yekem a hilbijartinan de Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan (YSK) ragihandibû, li gor encamên ne fermî yên gera yekem, Recep Tayyip Erdogan  %49.62, Kemal Kiliçdaroglu %44.89, Sînan Ogan ji sedî 5.17 û Muharrem Înce jî %44 deng wergirtibûn.

 

Pustên heman beş