Hilbijartinên gera duyemîn yên seroktîya Tirkiyê îro li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatin encam dayîn û li gorî êncamên destpêkî, Erdogan serketî ye.
Di 14 gulan de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hilbijartinên parlemento û serokomariyê hatin lidarxistin û namzedên Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglu û Tifaqa Cumhor Recep Tayîyp Erdogan û her wiha namzedê Tifaqa (Ata) Sînan Ogan hevirkî kirin, li demekê serokê partiya Beled Muharem Înce jî tenê 3 roj berya hilbijartinan xwe vekşand bû.
Ji ber ku ti namzedekî rêjeya pêwîst ku 50+1 bi dest nexistbû, biryar hat dayîn li 28 gulanê gera duyemîn ya hilbijartinê bê kirin.
Îro gera duyemîn ya hilbijartinê birêveçû û li gorî êncamên destpêkî Tayîb Erdogan weke serokê 13mîn yê komara Tirkiyê hatye hilbijartin.
Dezgeha bilinda hilbijartinan ya Tirkiyê (YSK) di daxuyaniyekê de encamên destpêkî ragihandin û li gorî wan; Recep Tayîp Erdogan ji sedî 52, Kemal Kilicdaroglu ji sedî 47, Ya dengan standin.
Li gorî van êncaman Erdogan bûye serokê 13mîn yê komara Tirkiyê.