Demîrtaş: Qiralê pîr nikare xwe qapûtê min jî daliqîne

erdogan-vs-demirtas

Siyasetvanê Kurd Selahattin Demirtaş li hember dirûşma “Ji bo Selo îdam”, a di şeva gotara Erdogan a ji ber serkeftina di hilbijartinê de bertek nîşan da. Demirtaş got, “Ez neviyê fetihkarê Qudsê, Serfermandarê Kurd ê mezin Selahaddîn Eyûbî me. Ez soz didim ku gava roj were ez bi we hemûyan re bi dadperwerî tevbigerim”.

Serokomarê Tirkiyê û Berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan şeva hilbijartinê di axaftina xwe ya li balkonê de bi gotina “Ev terorîstê ku li Amedê 51 birayên me yên Kurd kuştin, Selo ye”, siyasetvanê Kurd û Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattin Demirtaş ku niha di girtîgehê de ye, kir armanc.

Piştî wan gotinên Erdogan, girseya alîgirên AK Partiyê jî dirûşma Ji bo Selo îdam bilind kirin û daxwaza sêdaredana Demirtaş kirin.

Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, li beramber dirûşmên wê şevê yên ji bo ‘îdama xwe’ bertek nîşan da.

Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kiriye û têde wiha dibêje:

“Bi serketinek xapînok û derewîn serxweş bûn, qiralê pîr ku ji balkona qesra xwe ya luks îftîra, gef û heqaretên xwe didomîne û li bermaber wî komeke lînçê ku bi derewan gêj bûne, hemû bi hev re banga îdamê dikin.

Bûyer li cihê ku berê Fransa bû pêk nayê. Sal 2023 ye, cîh Enqere ye. Ez dê bibêjim, “Hûn nikarin qapûtê min jî daliqînin” lê hûn ne hêjayê wê ne jî. Tenê vê bêjim:

Ez neviyê Serfermandarê Kurd ê mezin Selahedîn Eyûbî, fetihkarê Qudsê me ku navê wî li min hatiye kirin. Ez soz didim ku gava roj were ezê bi we hemûyan re bi adil tevbigerim”.

 

Pustên heman beş