Hevpeymanîya Navdewletî hêzên nû dişîne Rojava Kurdistanê

us-troops-hasaka-syria

Hevpeymanîya Navdewletî 30 kamyon hêzên nû yên leşkerî derbasî baregehên xwe yên gundewarê Hesekê kirin, ev kamyon di Başûrê Kurdistanê re derbasbûne.

Hevpeymanîya Navdewletî duh roja sêşemî 30\5\2023 bi dehan kamyon hêzên nû yên leşkerî di Başûrê Kurdistanê re derbasî Rojava Kurdistanê kirin, kamyon bi alavên leşkerî, lojîstîk û sotemeniyê bar kirî bûn û di deriyê El welîd re derbas bûn.

Hevpeymanîya Navdewletî ev hêzên nû şandin baregehên xwe yên li gundewarê Hesekê.

Di 15ê gulanê de, Rewangeha Sûryê ya mafên mirovan diyar kir bû ku hêzên “Hevpeymanya Navdewletî” 20 kamyonên barkirî bi madeyên lojîstîk û leşkerî û tankerên sotemeniyê derbasî xaka Sûryê di rêya derbasgeha El-welîd re kirin, ku ji Herêma “Kurdistana Îraqê” dihatin û ber bi baregehên leşkerîyên hêzên “Hevpeymanya Navdewletî” li parêzgeha Hesekê ve çûn.

Pustên heman beş