Neviyê Selahattîn Eyyûbîye, an jî Selo Can e; gelo Selahattîn Demîrtaş kî ye?

Neviyê Selahattîn Eyyûbîye, an jî Selo Can e; gelo Selahattîn Demîrtaş kî ye?

Nîqaşên li derdora navê Selahattîn Demîrtaş berdewam dikin. Demîrtaş li ser twîtterê got, “Hûn nikarin çakêtê min jî daliqînin, ez neviyê Selahattîn Eyyûbî me.” Bi van gotinan bersiv da dirûşma “Li Selo re îdam” a girseya ku hilbijartina Erdogan pîroz dikir.

Digel hemû rexneyên me û xeletiyên wî jî dilê me ranagire ku Tirk ji Kurdekê re bibêje ”îdam” em vê helwesta nijadperestên tirk qebûl nakin. Yezdanê mezin nehêle kevir ne bi lingê Selahattîn û ne jî bi lingên kurdekî din bikeve.  Û xwedê wî ji ser zarokên wî dûrneke. Lê em bi qasî ku saxlemiyê ji bo jiyana wî dixwazin, di heman dem de em dijî siyaseta Demirtaş in jî. Ji ber xeletiyên wî û şirîkatîya wî ya bi xeletiyên hevpar, bi sedan zarokên kurd jiyana xwe ji dest dan.

Gelo Demîrtaş kî ye?

Zarokê rûgeş yê Bakurê Kurdistanê Selahattin Demirtaş di sala 1973 an de li bajarê Palû yê ser bi Xarpêt (Elezîz)ê hatiye dinê. Ew kurê malbateke feqîr bû. Zarokatiya xwe li Palûyê derbas kiriye. Pêşî amadeyî qedandî du salan xwend, paşê dîsa ket ezmûna û di sala 1993 an de Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê qezenc kir, heta sala 2007 an di komeleyên mafên mirovan de xebitî û parêzerî kir. Lê wê deme ne kesekî çalak û berniyas bû. Lê piştî sala 2004 an qedera wî guherî. Ji ber ku birayê wî Nurettin Demîrtaş ji girtîgehê derket û di nav PKK ê de kesekî bi bandor bû.

Kê piştgirî da wî ku bikeve nava siyasetê?

Nurettin Demirtaş di sala 1995 ê dema li zanîngehê dixwend hat girtin û heta sala 2004 an di girtîgehê de ma. Nûrettin di zinadanê de li gel endamê serkirdayetî ya PKK Sabrî ok dima û kesekî pirr nêzî Sabrî bû. Piştî ku ji girtîgehê derket, PKK ê ew anî akademîya sîyasî li Xinêre dewrek perwerdê dît. Piştî kongira damezrandina PKK ê sala 2005 Nûrettîn Demîrtaş weke Koordînatorê Tirkiyeyê hate erkdarkirin. Di hilbijartinên giştî yên Tirkiyê yên sala 2007 an de Selahettîn wek ku wê demê jê re dihat gotin DTP bi namzetên serbixwe ket hilbijartinê û bû perlemanter. Sabrî Ok rasterast Demîrtaş pêşniyar kir û Qendîl jî pejirand. Ji bo Selahattîn ku stêrka wî bi bandora Nurettin Demirtaş ji nişka ve geş bû.  PKK ê xwest ku ew weke kadroyekî tevbigere.

Pêşî bû Cîgirê Serokê grûpa DTP ê. Piştre ev partî hat girtin û şûna wê BDP hat damezrandin. Demirtaş di sala 2010 ê de wek hevserokê vê partiyê hat hilbijartin. Ev serokatî jî ji aliyê PKK ê ve hat pejirandin.

Selahattin Demirtaş, weke hevserokê BDP ê bi helwestên xwe yên di bûyerên komkujiya Roboskî, erdheja Wanê û bi beşdarbûna di meşên bi gel re taybetmendiyên xwe di dilê kurdan de bi cih kir. Gelê ku ji propagandayên xirş yên serkirdeyên Qendîlê bêzar bibû, li dora Demîrtaş kom bûn. Di nav Kurdên ne PKK yî de jî dilsozîyek peyda kir. PKK li aliyekê dixwest ji vê rûhsivîkî yê sûd werbigire, li aliyê din jî, ji xwe re weke keseke nepenî didît.

Rola ku ji aliyê baskên kûr ên Tirk ve jê re hatî dayîn

Her çi çêbibe, piştî wê dîrokê dest pê kir. Ji bo Demîrtaş xaçerêyek dest pê kir.

Baskên kûr ên dewleta Tirk ku dixwest vê xwîna taze ya siyaseta Kurd li dijî Kurdan bi kar bîne, ketin dewrê. Kemalîstên Tirk digot Apo bin baskê Erdoğan de ye, em jî bo xwe Demrîtaş bikar bînin. Di rastî de Demîrtaş jî hewl da wek kurdê çepgir-kemalîst ê dewletê tevbigere. Piştî pêvajoya çareseriyê ya 2012 an ev rewş her ku diçe kûrtir dibe.

Bi rastî Demîrtaş bi xwe jî di parastina dadgehê de got, “ji min re Pêşniyarî hat ku ez bikevim şûna Ocalan lê min ji wan re got ez ezim Ocelan jî Ocelan e û min ev teklif red kir.

Ocalan nexwest Demîrtaş bihêz be

Evdila Ocelan keseke ku gava futbolê dilîze jî, ji bilî wî nedixwst kesek golan bavêjê, yên gol dikirin jî weke ajan û xayîn binav dikir û di nava lîztikê de li wan dixist. Ji ber karizma û çalakbûna Demîrtaş bêzar bû. Ji ber vê sedemê jî Ocelan di navbera salên 2012 û 2015 an de Demîrtaş weke şandeya daîmî ya danûstandinên pêvajoya çareseriyê qebûl nekir.

Di hevdîtinên Îmraliyê de gelek caran der barê Demîrtaş de neyînî axivî. Dixwest ji aliyê siyasî ve wî teng bike. Di 1. mîn kongreya asayî ya HDP ê de nexwest Demîrtaş bibe hevserok. Di kongreya 2. Mîn ya HDP ê ya sala 2014 an de li dijî hevseroktiya Demîrtaş derketibû. Di axaftinên xwe de qed behsa Demîrtaş nedikir, bêtir xîtabî Fîgen Yuksekdag dikir.

Wê demê rêveberiya PKK ê ya li Qendîlê Duran Qelkan û Qerasû jî bi psîkolojiya Ocalan nêzîkî Demîrtaş di bûn. di axaftinên televîzyonan de Demîrtaş biçûk dixist.

Lê beşeke din jî hebû deste xwe li pişta Demîrtaş di da.

Veqetîna ji Kurdan

Demirtaş di nav kurdan de gelek cih girtibû. Lê ji bo wî ber çavên civaka Tirkiyeyê şêrîn biken jî xebateke endezyariyê ya mezin hat meşandin. Demirtaş hema hema her hefte di hemû televizyonên Aydin Dogan de bername-bername digerîya û diaxivî. Carinan li sazê dixe, carinan helbestan dixwîne. Pesnê gelê Tirk dida. Bi bû pesindarê civaka Tirk. ew serdem bû lûtkeya qutbûna Demîrtaş a ji civaka Kurdan.

Di aslê xwe de ew weke modelekê nû pêşkeşî civata kurd hat kirin. Kurde lê ne cûdaxwaz e, xwende ye, keşxeye, tolaze, bavê aîlê ye, tembûrvane, helbestvane, xwedî taybetmendiyên romantîk e û hwd. Ew wiha pêşkêşî bazarê sîyasî kirin.  Lê ji bilî van taybetiyan, Demirtaş pirsgirêka kurd di asta ne girîng de dibîne, bi hesreta mezinbûn û bihêzbûna Tirkiyê dilê wî dişewite, lingê tirkekî li kevirekî bikeve ew xemgîn dibe, ew êşa kurdan weke êşekî normal binav dike û profîlek siyasî ku naxwaze kurd xwe bi xwe birêve bibe û hwd. Yanî pirsgirêka Demîrtaş bi dewleta tirk re nebû.

Pirsgirêka Demîrtaş tenê bi Erdogan re bû. Di rastiyê de dirûşma wek “Em te nakin serokomar” dihatin avêtin ku kurdan ji armancên neteweyî dûr bixe. Demirtaş bû lingê derve yê Ocalan di babetê şêlokirina mejiyê kurd de.

Di vê serdemê de êdî Demirtaş ji kurdan qut bû.

Wî mîsyonek ji hêza xwe wêdetir girt ser xwe û dema ku wî we difikirî ku ew siyasetê dike, hinek baskên nepenî ew ji xwe re bikar anîn. Bi taybetî piştî girtina wî, li zîndanê xwest weke ciwanên tîktok ê bi vîdeoyên magazînî, popûlîstî di rojevê de bimîne, lê wî giraniya xwe ya sîyasî ji dest da. Hewl da ku henekên xwe bi dîplomasiya Erdogan bike û tiştên pêkenok nivisîn.

Pirsgirêka Kurd ji agir e, Demirtaş jî berpirsê mirinan e

Lê tiştekî ku Demîrtaş ji bîr kirî hebû. Ji taxa Kurdan derketibû rê. Kesekî bi pirsgirêka Kurd re têkildar bû. Pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêka herî kevn û bi xwîn a Rojhilata Navîn e. Ev pirsgirêk bi lêxistina tenbûrê û xwendina helbestan û civêlîyan bi navê “Selo Can” çareser nedibû. Ji ber ku hê jî mirov ji ber Kurd bûna xwe dimirin.

Ji sala 2007 an de ku Demîrtaş li ser navê Bakurê Kurdistanê ketiye siyasetê heta niha 10 hezar kes ji ber pirsgirêka Kurd mirine. Yek ji berpirsiyarên van mirinan jî Demîrtaş e. Bi taybetî ji roja ku li ser dîkê gotî  “em ê te nekin serok” heya niha nêzî 5000 kesan jiyana xwe ji dest dane. 11 bajarên kurdan wêran bûne. ew ji van mirinan pirtir berpirsiyarê vê pêvajoyê ye. kêşeya Kurd hê jî kêşeya herî micid û girînge.

Gelo ma ew neviyê Selahattîn Eyyûbî ye?

Demîrtaş di twîta xwe ya dawî de dibêje, “ez neviyê Selahattîn Eyyûbî” me. Çima nû hate bîra Demîrtaş ku ew Kurd e. Lê Kurdbûn tenê dema ku ketî tengasiyê de hate bîra wî. Lê pêdivî bû gava bi Îmralî, çepê Tirk û CHP ê re hevalbendî dikir jî bîra wî ba ku ew neviyê Selahattîn Eyyûbî ye. Şêwazê sîyaseta Demîrtaş Kurd ji qezîya neteweyî dûr xistin. Wî Kêşeya sîyasî a Kurd weke kêşeya bêdadî ya civakî binav kir û digot ferqa Kurd û tirkan nîne.

Heger bi rastî Demîrtaş neviyê Eyyûbî ye, divê ewil berê xwe bide kurdan, xwe rexnedanek rast bike, bibêje Tirkbûna kurdan ji kurdan ra tiştekî qezenc nake û dev ji têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê berde. Ji fikrên pantirkîzm ê xwe rizgar bike. Bibêje Kêşeya Kurd Kêşeya ax, al, nasname û serwerîya sîyasî ye.

Pustên heman beş