Serokkormarê Tirkiyê Receb Teyîb Ardogan îro dê sonda yasayî ya destbikar bûna xwe weke serokê 13mîn yê dewleta Tirkiyê bixwe.
Erdogan demjimêr 14:00an de destpêkê li Parlamentoya Tirkiyê sonda yasayî dixwe û mazbataya xwe ji serokê demkî yê Parlamentoya Tirkiyê Devlet Bahçelî werdigire. Piştre di demjimêr 15:00an de serdana gora Mistefa Kemal Ataturk dike û di demjimêr 17:00an de jî beşdarî merasîma destbikarbûnê ya li Koşka Serokkomariyê dibe.
Di merasîma sondxwarin û destpêkirina kar a Serokkomarê Tirkiyê de 21 serokên dewletan û 13 serokwezîr û gelek serokên parlamento, nûner û wezîrên welatan û berpirsên saziyên navdeletî beşdar dibin.
Tayîp Erdogan ku bi dengên 27 milyon û 834 hezar û 589 welatiyên Tirkiyê bûye Serookkomarê Tirkiyê, îro roja Şemiyê 3ê Hezîrana 2023an piştî sonda yasayî bi awayek fermî bo cara sêyem dest bi kar dike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî yek ji mêhvanên Serokkomarê Tirkiyê ye ku piştî encamên hilbijartinê ji aliyê Recep Tayîp Erdogan ve hatiye vexwendin.
Recep Tayîp Erdogan piştî merasîmê sondaxwarinê û destpêkirina kar di demjimêr 19: 00an de li Koşka Çankayayê şîvekê dide mêhvanên xwe yên biyanî.
Tê pêşbînîkirin ku Erdogan piştî şîvê endamên Kabîneya nûya hikumeta xwe rabigihîne.