Demirtaş ji siyasetê vekişiya yan jî şûr kişand?

Demirtaş ji siyasetê vekişiya yan jî şûr kişand?

Selahattin Demirtaş di girtîgeha Edîrneyê de bi malpera Artî Gercek re hevpeyvînek kir û li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku ew ji siyaseta aktîf vekişiya ye. Lê tam piştî daxuyaniyê çavên xwe girtin û devê xwe ji bo HDP vekir.  Bi şêwazekê bang li hevserokên heyî yên HDP kir ku îstifa bikin û wî got, “Gel kongreyên asayî û guhertinan dixwaze.” Yanî bi awayekî rast lêda û çep veger ya. Demîrtaş li şûna ku ji siyasetê derkeve, berovajî vê yekê ji nû ve dixwaze sîyasetê li gorî xwe dîzayn bike. Hema piştî wî Ahmet Turk û Sezaî Temellî rabûn ser xwe û gotin Demîrtaş nikare dev ji siyasetê berde. Di rastî de Demîrtaş ne dev ji siyasetê ne jî dev ji tiştekî din berda.

Piştî her têkçûnekê layen li “bizina gunehê” digerin?

Piştî her têkçûnê, yên mayî hevdu tewanbar dikin. Bizinek gûnehê tê dîtin û hemû sûç dikeve ser sitûyê wê. HDP ê şikestinek mezin xwar û niha her kes hewl dide yê din gunehbar bike. Di navbera Îmralî, Demîrtaş, Qendîl û HDP ê de hertim şerê sar hebû. Niha wisa dixuye ku ev şer dê vegere lîstika kursî û postan.

Rêveberiya PKK ê ya li Qendîlê wê HDP û Demîrtaş rexne bike û bibêje HDP daneket nava gel, paradîgma serok rast fêm nekir û ji raya giştî dûr ma. Ew ê her du aliyan berde hev. Bi taybetî PKK wê hewl bide populîzma Demîrtaş ji nav bibe. Êdî sîbera Demîrtaş ketibû ser Îmralî û Qendîl ê. Ango Demîrtaş rol ji PKK ê dizî bû. Îca dibêje gel berxwedan jîyan e, berxwe bi de. PKK wê wekî ku ew ne berpirsiyarê têkçûnê ye tevbigere.

Demirtaş, dema ku nekarî kerê êrişî kurtan dike

Demîrtaş; ji mîmarên tifaqa bêdaxwazî li gel CHP ya li dijî Erdogan e. Demîrtaş bibû milîtanê herî bi kelecan yên xeta tirkbûnê, erka xwe ya parastina ala tirkan û sirûda tirkan bi cih anî. ser wextê HEP-DEP û heyanî BDP ala tirkan yêk ji hokarên esas bû ji bo gertina van partîyan. Ji ber ku ala tirkan ne dihat hildan. Lê Selo Can ala tirkan da deste ciwanên Kurd û bi wan da bilindkirin. Ew dixwaze di siyasetê de berdewam bike û pir bi hêrs e.  Bi rastî her kes dizane ku biryara layengirîya namzetê serokomariyê û stratejiya hilbijartinê ji Qendîlê hatine girtin.  Lê wek gotina navdar a kurdan dibêje, “dema ku nekarî kerê êrîşî kurtan dike.” Demîrtaş dizanibû ku Qendîl wê hewl bide wî bitepisîne, wî jî bi mantiqa “parastina herî baş êrîşe” û beriya ew êrîşê bikin wî, ewî êrîşî HDP ê kir.

Kadroyên PKK ê wê zêdetir HDP ê kontrol bikin

Aliyê herî qels di nava HDP ê de Kurdin. HDP ji gelek baskan pêk tê. Di nav van baskan de baskê dewletê, baskê çepên tirkan, baskê PKK ê, baskê rantxwer yên ku ev 40 sal in li siyaseta legal a kurdan rûniştîn, hene. Hêza ti baskan bi tena serê xwe nîne ku HDP ê rexne bike û bersiva rexneyan bide. Lê belê di nava HDP ê de grûpek ku nûnertiya PKK ê dike heye ew dikarin talîmatan biden her kesî. Bi îhtîmaleke mezin ev baskê PKK ê yê di nav HDP ê de wê bêhtir çalak bibe. Ev kom wê şerê xwe yê sar bi Demîrtaş re bidomîne. wê çend kes weke bizina gunehkar bên destnîşankirin û ji boy ku bertekên gel bêdeng biken dê wan kesan siza biden. Lê dê operasyona PKK ê ya li ser Demîrtaş bi şêwekî berdewam be.

Ger bi Ocalan re hevdîtin çêbibe ew ê hem Qendîl, hem Demîrtaş û hem jî HDP ê sûcdar bike. Weke ku em hemî dizanin ev 45 sal in Ocalan ti carî nehatîye rexne kirin û ew weke kesekî bê kêmasî û bê guneh tê dîtin. Li gorî Ocelan kes wî fehm nake…

Lê têkçûna HDP jî mîna termekê li hola sîyasetê de bê xwedî maye.

Demîrtaş bi taktîka Ocalan tevdigere

Dê a şaş be ku mirov bibêje; Demîrtaş bi rastî jî ji xwe re rê li ber tevgereke nû vedike. Bi rastî em vê bi taktîka Ocalan dizanin. Dema ku Ocalan serpiriştiya hemû welat, malîye, siyaset, dîplomasî, şer, perwerde û hwd dikir gava binketinek çêdibû  wî gotina “Ez ji PKK ê îstifa dikim” bi vî rengî wî nedihşt tewanbar were dîtin.

Taktîka Demîrtaş jî wisa ye. Demîrtaş jî berpirsiyarê hilweşandina bajarên Kurdistanê ye. Berpirsiyarê vê têkiliya bêdaxwazî a bi CHP ê re ye. Wî hevjîna xwe jî bo bi CHP bide qazanc kirin xist nava liv û tevgerê. Yê herî zêde ala tirkbûnê bilind kirî û kurd teşwîqî tirkbûnê kirî Demîrtaş bû.

Dewletê pêşî li Demîrtaş negirt

 Kê hemû ev kiryare ne bi Demîrtaş dane kirin, cihê gumanê ye. Mînak çima ti girtî di girtîgehê de nikarin weke Demîrtaş medyaya civakî bikar bînin? dewletê dikaribû pêşî li Demîrtaş bigire ku her roj siyasetê bi rê ve nebe lê çima nekir? Tê gotin ku girtiyên siyasî her roj li girtîgehan di bin tecrîdê de ne, gelo çawa dibe ku Demîrtaş ji siyasetmedarekî li derve zûtir û bêhtir medyaya civakî bi kar tîne? Ev hemû mijarên mejîyê mirovî tevlihev dikin. Demekê Ocalan li Îmraliyê şer îlan dikir, rêveberên KCK ê tayîn dikir û talimat dişand in. Ger ev karene kêrî dewlet nehata ma wê destûrê bida?

 Ji bilî vê, divê yekser were zanîn ku siyaseta Demirtaş herî zêde bi kurdan da winda kirin û herî zêde jî tirkan qezenc kir. Hewceye ku em hê bêhtir li ser van mijar a bisekinin.

Doza Kurdistanê li ser kes û partiyan re ye

Li berçave ku paradîgmaya siyasî û pêkhateya siyasî îflaskirî ye. Kurd li Bakurê Kurdistanê ketine xaçerêyekê, mecburin ku ji xwe re rêyeke nû vekin. Ya ku bi lezgînî divê were nîqaşkirin ev e. ne heza Demirtaş ku xwe bike Ocalanek biçûk, ne xirûra PKK ê ya ku kes nikare bikeve pêşîya me, ne şer û pevçûnên komên piçûk ên di nav HDP ê de… çi ji van rojevan ne rojevên sira yekem a kurdan e. Ev grûp hemû dema ku rant hebe bi hev re dixwin, dema têkçûnek çêbibe, li pişt gel xwe vedişêrin û şerê hev dikin.

 Her tişt pêşî di hişê mirov de dest pê dike. Divê Kurd zîhniyeta xwe ji nesaxîyên ku Ocalan ew tûj kirî “Kurdan ji bo hebûn û pêşeroja Komara Tirkiyeyê feda dike” rizgar bike. Dijî sîyaseta Ocelan rawestin. Heta ku azadiya Kurdistanê di ser her kes û partiyê re nehê girtin, Kurd nikarin xwe ji vê herî û teqna 40 salî ya PKK ê rizgar bikin.

Pustên heman beş