Rêxistina PKKê nasnameya refeke din ya çekdarên xwe aşkere kir ku 3 mehan berê li Başûrê Kurdistanê da ne kuştin û ji nû ve mirina wan ragihand, PKKê di pesnê tevan de gotî ye: Ew ji bo rêber Apo mirine!.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê rojên şemî û yekşemî 3 û 4/6/2023 nasnameya 5 çekdarên xwe aşkere ku li mehên adar û nîsana îsal 2023ê li Başûrê Kurdistanê bi destê artêşa Tirkiyê da ne kuştin û ji nû ve mirina wan îfşa kir.
HPGê mirina van ciwanan weke bi hezaran rêhevalên wan li malbatên wan veşart û îro hatiye di pesnê wan de bi rû qayîmî dibêje me hevalên xwe yên Apoyî wenda kirin, ew ji bo rêber Apo mirin!.
Navên wan wisaye:
Emrah Arpak ji Wanê.
Dogan Alas ji Mêrdînê.
Fehmî Ogmen ji Colemêrgê.
Mihemed Salih Çakal ji Sêrtê.
Ehmed Mihemed Elî ji Serêkaniyê.
Partîya karkeran her roj wêne û nasnameyên komên ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike, ciwanên ku di salên berê hatine kuştin û hêjan mirina wan nehatiye îfşa kirin.
PKKe ji boy çêkirina şervanan piştbestinê li ser revandina zarokên Kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê dike, ev yêk ji hêla rêxistinên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan hatiye tesbît kirin.